Xwendekaran qereqola polîsan şermezar kir
Xwendekaran qereqola polîsan şermezar kir
Xwendekaran qereqola polîsan şermezar kir
Xwendekarên Zanîngeha Dicleyê yên li Yurda Xortan a Mehmet Akif Ersoy dimînin, bi boneya qereqola polîsan a li kampusa zanîngehê tê avakirin şermezar bikin; ceyranên yurdê vemirandin û li beroş, senîk û deriyan xistin. Xwendekaran di heman demê de komkujiya Roboskî jî şermezar kirin.
Xwendekarên Zanîngeha Dîcleyê yên li Yurda Mehmet Akif Ersoy a Xortan dimînin, bi çalakiyekî qereqola polîsan a li zanîngehê tê avakirin û salvegera komkujiya Roboskiyê şermezar kirin. Xwendekaran ceyrana yurdê vekirin û pêxistin û li derî, derabe, şibake, peroj û senîkan xistin û deng derxistin. Xwendekaran di çalakiyê de siloganên "Polîsê qatil ji kampusê biceheme", "Kurdistan dê ji faşizmê re bibe goristan" û "Bijî serok Apo" gotin.
Polîsan bi maşîneyên zirxî dora yurdê dorpêç kir û gef li xwendekaran xwar. Xwendekaran piştî demekê çalakî pêk anîn û dawî li çalakiyê anîn.