Xwendekarên Dibistana Dayika Uveyş qedexe nas nekirin

Xwendekarên Dibistana Dayika Uveyş qedexe nas nekirin

Li navçeya Geverê ya Colemêrgê Dibistana Seretayî ya Dayika Uveyş a ji bo perwerdehiya Kurdî hatibû vekirin û serê sibê ji aliyê polîsan ve deriyê wê hatibû morkirin, malbat û xwendekaran ve mor jê kirin û dest bi perwerdeyê kirin.

Li navçeya Geverê ya Colemêrgê Dibistana Seretayî ya Dayika Uveyş a ku ji bo perwerdeya zimanê dayikê bide hatibû vekirin li ser biryara Walîtiyê serê sibê hate morkirin. Xwendekar û malbatên li ber dibistanê kom bûn piştî demekê mora bi derî ve jêkirin û derbasî polan bûn.

Li navçeyê li gel Dibistana Seretayî ya Dayîka Uveyş dê li konê li Parka Çandê hatî vedan jî perwerdehiya zimanê Kurdî bê dayîn.

Rêxistina DBP'ê ya Geverê û saziyên sivîl ên navçeyê bi armanca morkirina dibistanê şermezar bikin dê seat di 17.00'an de meşekê li dar bixin.