Xwendekarên Dîcleyê li dijî tacîz û zextan meşiyan
Xwendekarên Dîcleyê li dijî tacîz û zextan meşiyan
Xwendekarên Dîcleyê li dijî tacîz û zextan meşiyan
Xwendekarên Zanîngeha Dîcleyê li dijî tacîz û zextên li ser xwendekarên jin ên Yurda Ziya Gokalp a Zanîngeha Dîcleyê pêk tên meşek girseyî pêk anîn. Xwendekaran di bin dorpêça polîsan de daxuyanî dan. Li ser navê xwendekaran Tansu Doğmuş, diyar kir ku xwendekarên serî li rayedarên yurdê dan, rayedaran bi gotina "Hûn dikarin îspat bikin" bersivandiye.
Hefteya borî xwendekarên jin ên Yurta Ziya Gokalp a Zanîngeha Dîcleyê ji ber zextên li ser wan tên meşanin û tacîza li ser wan pêş dikeve şermezar bikin çalakî pêk anîbûn. Îro jî komek xwendekarên ku li ber Fakulteya Zanistiyên Îktisadî û Îdarî kom bûn, heta Fakulteya Perwerdehiyê meş pêk anîn û zextên li ser xwendekaran şermezar kir. Dema xwendekaran çalakiya meşê pêk anî, polîsan xwendekar dorpêç kirin û meş di bin dorpêça polîsan û kamerayên polîsan de pêk hat. Bi sedan xwendekarên meş pêk anîn bê navber siloganên "Jin jiyan azadî", "Ji zayendiperestiya civakî re na" û "Heta jin azad bibe em ê têbikoşin" berz kirin. Dîsa siloganên "Destê dirêjî jinê dibin bila bişkên" û "Polîsê tecawizkar ji zanîngehê biceheme" gotin. Endamên DOKH'ê, Înîsiyatifa Dayikên Aştiyê û gelek nûnerên saziyên sivîl ên civakî jî piştgirî dan.
Polisan piştî demekê li pêş meşa xwendekaran astengî çêkir, lê piştî niqaşê xwendekar dîsa meşiyan. Li ser navê xwendekarên zanîngehê Tansu Dogmuş, daxuyanî da û diyar kir ku pergal tecîz û tecawiza ruhî û bedenî êdî asayî dibîne û hişmendiya dewletê vê destdirêjiyê rewa dike. Doğmuş, diyar kir ku xwendekarên serî li rayedarên yurdê dan, rayedaran bi gotina "Hûn dikarin îspat bikin" bersivandiye.
Li ser navê DOKH'ê jî Seval Demirhan daxuyanî xwend û zextên polîs û nêzîkatiya Rektoriya Zanîngehê şermezar kir.