Xwendekarên DU dibistan boykot kir
Xwendekarên DU dibistan boykot kir
Xwendekarên DU dibistan boykot kir
Xwedekarên Zanîngeha Dîcleyê ya Amedê ji ber ku Wezîrê Karê Derve yê Tirk Ahmet Davutoglû li zanîngehê dê konferansê bide, dibistan boykot kirin.
Wezîrê Karê Derve Ahmet Davutoglû ji bo gelek ziyaretan pêk bîne hat Amedê, duh piştî civîna bi nûnerên saziyên Civaka Sîvîl re çû serdana Walitiya Amedê. Di merasîma pêşwazîkirinê de Davutoglu ji rojnamegeran re axivî û got: “Em dê demek kurt bimînin. Çend sal berê ez hatibûm Amedê û heyecena ku wê demê min hîs kir niha jî hîs dikim. Înşalah dê di mehê pêş de ez dê bê navber bêm.
Piştî serdanê Wezîr Davutolgu, tevlî konferansa li Zanîngeha Dîcleyê pêk dihat bû. Xwendekarên Zanîngeha Dîcleyê jî ji ber hatina Davutolgû ya konferansê dibistan boykot kirin.
Davutoglu ku bi wezîrê çandinî û lawirvaniyê Mehdî Eker re çû Zanîngehê, derbasî salona konferansa bi ser navê ‘Restorasyona mezin: Ji Qedîmbûnê berbi globalbûnê feraseta me ya nû a siyasetê’ bûn.
Kampusa Zanîngehê ji ber ewlehiyê bi wesayîtên TOMA û Hêzên Çevîk di bin ablokayê de ye.
Gelek nûçegihan ketin salonê lê nûçegihanên DÎHA û ETHA’yê bi hinceta cih tune negirtin hundir.
Xwendekrên Dîcleyê jî duh danezanek weşandin û gotin: Nûnerên zihniyeta kujer AKP’ê ji roja ku hatiye ser desthilatdariyê heta niha her cureyê komkujiyê kiriye. Ji van yek qetilkirina Îlyas Ataş, Mahsum Karaoglan, Aydin Erdem, Şerzan Kurt, Murat Elîbo û Şahîn Oner bû. Ev zîhniyeta ku nirxên hevalên me tune hesibandin û ew qetilkirin, em li zanîngeha xwe naxwazin. Ji ber vê em dibistanê boykot dikin.”