Xwendekarên Elman Ahmet Turk ziyaret kirin
Xwendekarên Elman Ahmet Turk ziyaret kirin
Xwendekarên Elman Ahmet Turk ziyaret kirin
Komeke xwendekaran a ji Elmanyayê hat, Hevşaredarê Bajarê Mezin ê Mêrdînê Ahmet Turk ziyaret kir û der barê pirsgirêkên li ser sînor û rewşa Êzidiyên ji êrîşên DAIŞ'ê reviyan û li Mêrdînê bicih bûn de agahî wergirtin.
Komek xwendekaran a ji Elmanya hat, Hevşaredarê Bajarê Mezin ê Mêrdînê Ahmet Turk li meqama wî ziyaret kir. Turk xwendekarên ji derveyî welat hatin, li ber deriyê odeya meqama xwe pêşwazî kir. Hevşaredar Turk kêfxweşiya xwe ya ji ber serdana xwendekaran anî ziman û bersiv da pirsên xwendekaran ên li ser pirsgirêkên li ser sînor û rewşa Êzidiyên ji ber êrîşên DAIŞ'ê reviyane hatine Mêrdînê.
Turk da zanîn ku heta niha derdora 30 hear Êzidî hatine Bakurê Kurdistanê û destnîşan kir ku Mêrdînî jî di vî warî de barê dikeve ser milê xwe hildigirin.
Piştî hevdîtinê xwendekar çûn serdana Êzidiyên li herêmê.