Xwendekarên YXK'yî komplo şermezar kirin

Xwendekarên YXK'yî komplo şermezar kirin

Xwendekarên ser bi Yekitiya Xwendekarên Kurdistanê (YXK), di salvegera 15. de komploya navneteweyî ya 9'ê Cotmehê li gelek bajarên Elmanyayê şermezar kirin.

Xwendekarên YXK'yî li bajarên Elmanya Munchen, Koln, Bochûm û Hannoverê, belavokên li ser komploya 9'ê Cotmeha 1998'an a li dijî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, belav kirin. Xwendekaran ji bo azadiya Ocalan û girtiyên siyasî îmze berhev kirin û behsa pêşveçûnên li Kurdistan û Tirkiyê kirin.

YXK'ê ji bo meşa xwe ya 12'ê Cotmehê roja Şemiyê li bajarê Gottîngenê jî ev bang li xwendekarên Kurdistanî û rêxistinên civakan ên demokratîk kir:

"Pêşengê pêvajoya 'Diyalog, aştî, demokratîkbûyîn û azadbûyînê' Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hînê dîl girtiye, ev rewş nayê qebûlkirin.

Divê ciwanên Kurdistanî yên li Ewropayê dijîn, bi bilindkirina têkoşîna civakî bersivê bidin pêvajoya bi jan a li herêmê. Bi vî rengî em dikarin xwedî li şoreşa Rojava derkevin û hesabê qetilkirina 3 şoreşgerên jin ên Kurd bipirsin. Bi vî rengî em dikarin berxwedana Parka Gezî ya gelan bilind bikin, bi vî rengî dikarin xwedî li têkoşîna xwendekarên li ODTU derkevin.

Li ser vê bingehê, weke Yekitiya Xwendekarên Kurdistanê (YXK) em bang li hemû xwendekar û ciwanên Kurdistanî dikin ku ji beşdarî çalakiyên ji 7'ê Cotmehê û pê ve bibin û komploya 9'ê Cotmehê şermezar bikin."