Xwendekarên Zanîngeha Mersînê komkujiya li Geverê şermezar kirin
Xwendekarên Zanîngeha Mersînê komkujiya li Geverê şermezar kirin
Xwendekarên Zanîngeha Mersînê komkujiya li Geverê şermezar kirin
Xwendekarên Zanîngeha Mersînê yên demokrat û şoreşger qetilkirina 2 welatiyên li Geverê ji aliyê polîsan ve, şermezar kirin.
Komek ji endamên Meclîsa Xwendekarên Zanîngeha Mersînê (MEU) yên Demokratik û Welatparêz (DEM-YOM) qetilkirina 2 welatiyên ji aliyê polîsan ve li Geverê, şermezar kir. Koma xwendekarên li kampusa Çîftlîkkoyê kom bûn û meşiya. Bi sedan xwendekarên meşiyan qetilkirina Reşît û Veysel Îşbilîr ên ji aliyê polîsan ve şermezar kirin. Xwendekaran di çalakiye de bê navber dirûşmên "Şehit namirin", "Kujer dewlet dê hesabê bide" qîriyan.
Xwendekaran piştî 10 deqîqeyan çalakiya rûniştinê pêk anîn belav bûn û dawî li çalakiyê anî.