Xwendekarên zanîngeha Selahedîn qetilkirina Germiyanî şermezar kirin
Xwendekarên zanîngeha Selahedîn qetilkirina Germiyanî şermezar kirin
Xwendekarên zanîngeha Selahedîn qetilkirina Germiyanî şermezar kirin
Komek xwendekarên Zanîngeha Selahedîn a li Hewlêrê ji bo şermezarkirina qetilkirina rojnamevan Kawa Germiyanî, çalakiyek li darxistin. Di çalakiyê de bê navber dirûşmeyên ‘Azadî... Azadî...’ dihatin gotin.
Îro piştî danê nîvro, komek xwendekarên Zanîngeha Selahedîn li ber Kolêja Perwerde ya Zanîngeha Selahedîn dest bi çalakiyekê kirin. Bi dehan xwendekar beşdarî çalakiyê bûn û qetilkirina rojnamevan Kawa Germiyanî şermezarkirin. Di çalakiyê de pankartên li ser ‘Kawa, Serdeşt û Soran, sê şehîdên pênûsê’, ‘Teror û kuştin me natirsîne, nifşê nû azadiyê dixwaze’ hatibûn bilindkirin.
Li ser navê koma xwendekaran, Kamûran Xidir daxuyaniyek da û wiha got: “Divê deshilatdarî wê rastiyê bibînin ku dosyeya Kawa dosyeya tevayî gelê Kurdistanê ye. Çavê me hemûyan li ser encamên lêkolînê ye. Daxwaza me ew e ku kujerên Soran Mame Heme, Serdeşt Osman û Kawa Germiyanî werin eşkerekirin û li gor yasayê werin cezakirin.”
Çalakvan Kamûran Xidir ji DÎHA’yê re axivî û li ser terorkirina rojnamevanan wiha got: “Terorkirina rojnamenûsan, terorkirina pênûsa azad e. Ji ber ku gendelkar diyar kiribû û ber bi dadgehê ve şandibû; lewra destê xwe dirêjî xwîna wî kirin û terorkirin.”
Xidir diyar kir ku rojnamevan li ser azadiya ramanê tên qetilkirin û got: “Ev rojnamevanên azad dibin gef ji bo kesên di pişt gendelkaran de. Lewra dixwazin kesên azad û jîr ji nav bibin. Emê di çalakiyên xwe de berdewam bibin.”
Ji beşdarvanên çalakiyê Cîhad jî li ser armanca çalakiyê axivî û wiha got: “Me xwest bi vê çalakiyê gotina xwe bigihînin deshilatê, ji ber ku em li hemberî kuştina pênûsên azad bêdeng nabin. Ger terorkirina rojnamevan bidome, emê li tevayî zanîngehên Herêma Kurdistanê çalakiyan lidarbixin.”
Sekreterê rêxistina pêşveçûna xwendekaran Ehmed Îskender jî ji DÎHA re axivî û got: “Ev ne tenê terorkirina Kawa Germiyaniye, belkî terorkirina pênûsên azade. Li vî welatî destek heye û timî li dijî dengê azad e. Heta niha kujerên terorkirina Serdeşt Osman, Soran Mame Heme û Dr. Ebdulstar radestî dadgehê nehatine kirin, ev jî wisa dike ku roj bi roj jiyana me di metirsiyê de be. Lewra daxwaza me ji rêxistinên me û navneteweyî ew e ku li ser vê dosyeyê baxivin.”