Xwendekarên Zankoya Mêrsînê ji bo Wanê meşiyan

Xwendekarên Zankoya Mêrsînê ji bo Wanê meşiyan

Xwendekarên Zankoya Mêrsînê meşekî bi navê ‘Wan di cemide, bêdeng nemîne’ li darxistin. Zankoya Mêrsînê piştî meşa li Kampûsa Çîftlika Gun şûnde daxuyaniyekî çapemeniyê li darxistin.

Piştî du erdhejên ku di 23’ê Cotmehê û 9’ê Mijdarê de li Wanê rûnda şûnde, bi armanca bal kişandina ser şert û mercên ku gelê Wanê têde dijî xwendekarên Zankoya Mêrsînê meşek li darxistin.

Meşa ku hejmarekî zêde a xwendekaran beşdar bûyî di saet 12.00’an de li pêş Fakûlteya Edebyata a Fenê meşê dest pêkir, di meşê de pankarta “Wan di cemide, bêdeng nemîne” hat vekirin.

Xwendekaran ji bo bal bikişîne ser cemidîna Wanê ceketên li ser xwe derxistin meş pêk anîn. Di meşê de dovîzên weke “Wan dicemide”, “Erdhej nakuje, dewlet dikuje”, “Ji rewşa yê birsî TOKÎ fam nake” hatin hilgirtin û li ser hev dirûşmeyên “Wan li berxwe bide xwendekar li gel tene”, “Gelê Wanê ne bitenê ye”, “Gelê Wanê dicemide, mirovahî dimire” û “Bijî biratiya gelan” hatin qêr kirin.

Piştî meşa ku heya Meydana Komarê dewam kir şûnde daxuyaniya çapemeniyê hat dayîn. Li ser navê xwendekaran daxuyaniya çapemeniyê Servet Baran ku xwend diyar ki ku li rexmê di ser erdhejê re du sal derbaz bûye jî lê hîna dewletê ti gavek ne avêtiye. Demir got ku dewletê birînên erdhejê hîn kûrtir kirine û gel bi êşên wan re bi tenê hêlane.

Baran ku diyar kir bêdengiya raya giştî û çapemeniyê li hemberî vê rewşê dibe sedemê ku mirov fikaran jê bike û got ku hemû meşên ku li deverên cuda yên Tirkiyê ji bo Wanê tên kirin dewlet bi nêzikatiyekî “faşîst û nijatperestî” nêz dibe.

Baran diyar kir ku pêwiste gavek ji adin pêştir pirsgirêkên gelê Wanê bên çareser kirin û got ku pêwiste di demekî nêz de pêwistiyên gel bên bicih kirin.

Çalekî pişî daxuyaniya çapemeniyê bi dirûşmeyan bi dawî bû.