Xwendevan ji bo pirsgirêkên yurdê daketin kolanan
Xwendevan ji bo pirsgirêkên yurdê daketin kolanan
Xwendevan ji bo pirsgirêkên yurdê daketin kolanan
Xwendekarên li Yûrta Jinan a Zîya Gokalp a Zanîngeha Dîcleyê dimînin, bi boneya pirsgirêkên ewlehiyê yên li yûrtê şermezar bikin çalakî pêk anîn.
Xwendekarên li Yûrta Jinan a Zîya Gokalp a Zanîngeha Dîcleyê dimînin, ji bo ewlehiya yurtê tune û bi boneya pirsgirêkên ewlehiyê çareser bikin, çalakî pêk anîn. Xwendekaran diyar kirin ku li aliyekî pirsgirêka ewlehiyê heye û li aliyekî pirsgirêka xwarin, îdareyê heye.
Xwendekaran di çalakiyê de silogana "Dicle ranezê li mafê xwe xwedî derkeve" berz kir û bang li xwendekaran kir ku li hemberî pirsgirêkan bêdeng nemînin. Xwendekara bi navê Ruken Kersen, diyar kir ku di saetên şevê de qerîna xwendekaran li baxçeyê yurdê bilind dibe û wiha got: "Ji ber ku li yurtê ewlehî tune xwendekarên jin rastî tacîzê tên. Ev rewş mirovan dixe nava fikaran. Em dixwazin ev pirsgirêk çareser bibe. Dîsa heqê yurdê 177 TL ye. Ji bo biçin zanîngehê neçarin 3 otobusan biguherim. Em dixwazin pirsgirêka rê, xwarin û mayinê bê çareserkirin. Em bang li rayedaran dikin ku li hemberî vê pirsgirêkê bêdeng nemînin."
Çalakî bi çepik û tilîliyan bi dawî bû.