Xwendevanên Kurd rastî astengiyan tên!

Xwendevanên Kurd rastî astengiyan tên!

Zanîngeha Artuklû a Mardînê  îsal ji bo beşa ziman û çenda Kurdî ji bo 250 xwendevana kontenjana  lisansê   vekirî bûn.  103 xwendevanan  bendava  60 pile derbaskirin, kedin beşa zaningehê û 107 xwendevan jî derveyî kontenjanê hatin hiştin. Xwendekarên derveyî kontenjanê man diyarkirin ku ev biryar biryareke keyfîye û xwe amade dikin ku dozê li dadgehê vekin.

Zaningha Artuklu a Mardînê di 22’ê Tirmehê de eşkere kirî bû ku ji bo ezmuna ku di 25’ê  Tebaxê de hatin  çêkirin de bendava  60 pile derbaskirine.  210 xwedevan ji bo zaravayê  Kurmancî û 40 jî ji bo  zaravê Zazakî bi giştî 250 xwedevan ji bo ziman û çenda Kurdî wê  bê tez ji bo beşa lisansa bilind bên girtin.

Ji bo ezmuna 1671 kesî  serlêdan kirine. Lê li gorî eşkere kirina encamê ezmuna  27’ê Tabexê ji zaravayê  Kurmancî ji 210 xwendevanan  103 bi serkeftî bûn, 107 xwendekar jî  di bin bendava 60 pile de  mayîne  û ji derveyî kontenjanê hatine hiştin.

xwendevananên  ku nerazibûn li himber eşkere kirina ezmuna dayîn  Rifat Demîr got, “ji ber pileya kontenjanê  250  xwendekar nehatin girtin, beyî ku li hejmara pileyan  bê meyzandin peywist bû erkê ku, YÖK’ê dayîn zaningahê  bi hatana bi karanîn û hejmara rastî ango  250 kes bihata girtin.”

‘DIXWAZIN PERVERDEYA KURMANCÎ ASTENG BIKIN’!

Murat Akkoyunê 25 salî dibêjê beyî ku ti perverdeya zinamê Kurdî bigrim jî, min mihekê kar û berê xwe berda û bi derfetên xwe xebitîm. Akkoyun dibêje  rexmê ku raya zanîngehê heye jî bi kar neaniye û bi rengekî  keyfî hatine asteng kirin.

Ji xwendevanan  Emîne kizil 23’ê salî jî encamên  ezmuna manîdar dibîne û wiha dibêje; “ di şertên normal de ji, ên ketine ezmuna herîkêm sêyan  dû diviya bû ku,  bendavê  derbas bikirin a. Lê li ser zimanê beşa Kurdî  li zamingeha Artuklû  di ezmunan de xwendevanan  ji sisîyan yek jî bendava ezmuna derbas nekirîye.  Em vê yekê  gelek manîdar dibînin”

XWENDEVAN AMADEKARIYA DOZ VEKIRINÊ DIKIN!

Xwendevan  bi bîr xist ku,  Zanîngeha Artuklû ku,  sala burî i li ser beşa zimanê Kurdî ezmun kiribûn û kontenjana ku wekî  500 kesî hatibû diyar kirin de di bin wê hêjmarê de xwedevan hatibûn girtin. Xwendevanan da diyarkirin ku, xwendevanên  ku sala derbasbuyî li derve mayîbûn doz li zanîngehê vekiribûn. Li ser vekirina dozê rayedarê zanîngehê mecbur mayîbû ku gav bi paşve bavêjê û kontenjanê temam bike.

 Li ser biryara zanîngeha Artuklû xwendevana nerazîbûnên  xwe anîn ziman û xwe amadedikin ku,  li dijî  zanîngehê dozê vekin.