Xwepêşdananên mezin ên li Misirê berdewam dikin. Di navbera xwepêşandêrên biryar nameya rayeyên Serokkomarê Misirê Muhemed Mursî zêde dikin û makeqanûna nû protesto dikin û polîsan de pevçûnên dijwar qewimîn.
Di saetên şevê de bi dehhezaran kes li ber avahiya Serokkomariyê li hev kom bûn. Polîsan bi bombeyên gazê yên çavsoj êrîşê girseya ku şibakên li ber serokatiyê derbas kirin, kir.
Tê diyarkirin Mursî di dema xwepêşandanan de di avahiyê de bû, lê ji ber zêdebûna hejmara xwepêşandêran di deriyê piştê re derketiye û çûye.
Balkêş bû xwepêşandêran di xwepêşandana xwe de dirûşimên weke “Fîrewn Mursî” yên ku di xwepêşandanên li dijî serokkomarê berê Husnî Mubarek de qêriyan bûn, gotin. Li gorî ajansa fermî ya nûçeyan a Misirê 18 kes bi sivikahî birîndar bûn.
Li aliyeke din jî bi hezaran daketin Qada Tahrîrê. Xwepêşandêrek bi navê Îsra Wefid ji ajansa nûçeyan a Reutersê re axivî û got: “Em êdî naaxivin. Ji ber ku dadgehek ku em biçin lê biaxivin jî namîne. Mursî wê derê ji xwe re kir keleh. Dibêje ev kelehek paşketî ye. 30 salan xiyanet li me kirin. Em ji Mursî bawer nakin. Dê bi kursî ve bizeliqe û naçe.”
Li duwemîn bajarê mezin ê Misirê Îskenderiyeyê bi heman armancê xwepêşandan hebûn. Rayedarên ewlekariyê jî bi rêya televîzyona dewletê banga aqlê selîm li welatiyan kir.