Xwepêşandanên li Qada Tehrîrê didomin

Xwepêşandanên li Qada Tehrîrê didomin

Piştî biryara cezayê li Husnî Mubarek hat aşkerkirin, bi hezaran xwepêşandêr dîsa daketin Qada Tehrîr a li paytext Qahîreyê. Komek xwepêşandêr şevê din dîsa li Qada Tehrîrê konên xwe vedan. Xwepêşandan bê navber berdewam dikin. Piştî Qahîreyê xwepêşandan li bajarên din jî belav dibin.

Dadgeha Misirê, cezayê muebetê li Mubarek û Wezîrê Navxweyî yê berê Hebîl El Edlî birî, lê 6 rayedarên din ên ji heman dozê dihatin darizandi, dîsa bereat kirin. Ev bereatkirina rayedarên desthilatiya Mubarek li rastî nerazîbûnan hat.

Di doza li akademiya berê ya polîsan a li derveyê Qahîreyê pêk hat de Husnu Mubarek weke berpirsê kuştina xwepêşandêran hate dîtin. Di xwepêşandanên li hemberî rejîma Mubarek de 850 kesan jiyana xwe ji dest dabûn. Darizandina Mubarekê 84 salî bi qasî 10 mehan berdewam kiribû.

Hema piştî biryara dadgehê zêdetirê 30 hezar kes daketin qada Tehrîrê û xwestin kesên serbest hatine berdan jî bêne cezakirin. Piştî nerazîbûnan, dozgeriyê da diyarkirin ku wana li hemberî biryar îtîraz kiriye û qedexeya derketina derveyê welêt li ser her 6 kesan hatiye danîn.