Xwepêşandêr dîsa li Qada Tehrîrê ne

Xwepêşandêr dîsa li Qada Tehrîrê ne

Piştî biryara cezayê li Husnî Mubarek hat aşkerkirin, bi hezaran xwepêşandêr dîsa daketin Qada Tehrîr a li paytext Qahîreyê. Komek xwepêşandêr şevê din dîsa li Qada Tehrîrê konên xwe vedan.

Dadgeha Misirê, cezayê mueberê li Mubarek û Wezîrê Navxweyî yê berê Hebîl El Edlî birî, lê rayedarên din ên ji heman dozê dihatin darizandi, dîsa bereat kirin. Ev bereatkirina rayedarên desthilatiya Mubarek li rastî nerazîbûnan hat.

Di doza li akademiya berê ya polîsan a li derveyê Qahîreyê pêk hat de Husnu Mubarek weke berpirsê kuştina xwepêşandêran hate dîtin. Di xwepêşandanên li hemberî rejîma Mubarek de 850 kesan jiyana xwe ji dest dabûn. Darizandina Mubarekê 84 salî bi qasî 10 mehan berdan kir.