Xweranegirtina AKP'ê ya li 'Kurdistanê' Meclîs tevlihev kir
Xweranegirtina AKP'ê ya li 'Kurdistanê' Meclîs tevlihev kir
Xweranegirtina AKP'ê ya li 'Kurdistanê' Meclîs tevlihev kir
Rêveberiya AKP bi hinceta ku gotina "Kurdistan" û Kurdistana Tirkiyê" ya bi şerha mûxalefeta wekîlên BDP'ê ket Pêşnûmeya Butçeyê li dijî Destûra Bingehîn e, li Civata Giştî ya Parlamentê nîqaşa ûsilê derxist. Li Meclîsê di navbera parlamenterên BDP'yî û AKP-partiya nîjadperest MHP de nîqaşên tund derket.
Li hemberî gotinên "Kurdistana Tirkiyê", "Kurdistan" û Rêberê Gelê Kurd Birêz Ocalan" ku bi şerha mûxalefetê ya parlamenterên BDP'ê ket Pêşnûmeya Butçeyê, rêveberiya AKP'ê ket nava tevgerê.
AKP ya Serokwezîr Erdogan îdîa kir ku ev beş li dijî Destûra Bingehîn e û li Civata Giştî nîqaşa ûsilê vekir.
Eger pêşniyara AKP'ê bê qebûlkirin, dê di dîroka Meclîsê de yekemcar ji ber şerha mûxalefetê cîldek Pêşnûmeya Butçeyê bê vekişandin.
Cîgirê Serokê Koma AKP'ê Mahîr Unal ê li dijî şerha BDP'yiyan derket îdîa kir, "Hemû kar û barên li Meclîsê divê li gorî Destûra Bingehîn bin. Di metna BDP'ê de bi awayekî zelal dijberiya Destûra Bingehîn heye. Em vîna çareseriyê datînin holê. Lê ev vîna me ne ji bo parçekirina welête."
Li ser vê yekê Parlamenterê BDP'ê yê Şirnexê Hasîp Kaplan da xuyakirin ku di rojeva îro de ev nîqaş nîne û got, "Sibê hûn dikarin rabin, nîjadperestiyê jî faşîzmê jî, li vir het tiştî bêjin. Hûn çi dikin bikin, hûnê nikaribin di rapor û nivîsên vê Meclîsê de gotina Kurdistanê derxînin. Ji ber ku li vî welatî Kurdistan heye. Kurd û zimanê Kurdan heye. Hûnê vê bi vî rengî qebûl bikin. Mafên mirovan naskirina hiqûqê ye. Naskirina nasname û çanda welatiyan e. Hûn dibêjin ji şerha mûxalefetê Kurdistanê derxînin. Kes wî mafî nade we ku hûn li vê derê ji me re bêjin 'vî tiştî bikin.'"
Kaplan got, "Bêwateye ku tu rabî li Amedê bêjî Kurdisatn, li vir jî li ba bikeve" û bibîr xist ku Ataturk gotiye "Kurdistan" û ev yek jî di raporên Meclîsê de cih digire.
Kaplan got, "Dema hûn vê gotinê derdixînin gelo bi ya we dê 20 mîlyon Kurd tine bibe. Kurd û Kurdistan heye. Tişta ku darbekarên 12'ê Îlonê xwestin bikin, hûn dixwazin niha bikin. Gelo mejiyê Kenan Evren li vê Meclîsê digere. Dema bi kêrî we were hûn bi MHP'ê re li hev dikin. Eger hûn ji vê derê Kurdistanê derxînin, ev der wê bibe Meclîsa Tirkan. Di hevdîtinên butçeyê de 11 rojan emê bi gotina Kurdistanê dest bi axaftinê bikin. Eger hûn şaşitiyeke wiha bikin, emê 11 rojan behsa Kurdistanê, Roboskî, kuştinên kiryar ne diyar û gundên we şewitandine bikin."
Di dema axaftina Kaplan de ji ber ku di navbera partiya nîjadperest MHP û parlamenterên BDP'ê de nîqaş derket, rûniştina Civaka Giştî 5 deqeyan ket navberê.