‘Xwîn ket ser pelên gulan ên bexçeyên Mezopotamyayê’

‘Xwîn ket ser pelên gulan ên bexçeyên Mezopotamyayê’

Bêguman dema rastiyek bi her awayî xwe li jiyanê bipêçe û ev jî bi her awayî parçeyek ji mirov be, bi coş e însan. Xîtabî te, min û her kesî dike. Lewma tu diyarde, tu astengî nabin pirsgirêk. Bawerî û îrade jî hêzê dide te, li hember êşê. 

Dîroka Tevgera Azadiya Kurdistan hûn berdin, sal, meh û roj hema hema her kêlî xwedî  wate ye; li hember jiyaneke xerab û rizandî ya timî dihat ferzkirin û dagirkeran hewl didan bi tevayî siyaseta xwe wê wek diyardeyeke meşrû û wek qederekê bi gelê kurd bidin qebûl kirin.
Bi hezaran şervanên azadiyê yên bi eşqeke mezin berê xwe dan çiyayan yekane armanca wan azadiya xaka Kurdistan û gelê Kurd bû. Gelê Kurd ê ji aliyê dagirkeran ve di nav cendereyên bêeman de dihat derbaskirin. Di roja me de têkoşîn û berxwedana wan egîd û lehengan berhemên xwe bi hemû îhtîşam û bedewbûna nîşan dide. Bêguman di van tevayî destketiyên hatine bidestxistin de fedayiyên azadiyê, şehîdên Kurdistan roleke bêqusûr lîstin, li ser soza dilsoza bi şehîd, Rêber  û gelê xwe re bi dirûşm û tilîliyan ber bi rojê ve meşiyan. Rolên xwe yên dîrokî di tewazuna jiyan û mirinê de bi ken û awirên zarokên Kurdistan de diyarî rêheval û gelê xwe kirin. 
Yek ji wan jî Gerîla Sema ango Zubeyde Çetînkaya ye. Sema di sala 1984’an de li Sertê tê dinyayê. Di temenekî pir biçûk de ku hîn 13 salî ye di sala 1997’an de beşdarî nav refên gerîlla dibe.             

Tekildarî jiyan û têkoşîna Gerîla Sema hevaleke wê ya têkoşînê wan xusûsan tîne ziman: 

“Yên dimînin ne tên nivîsandin û ne jî tên vegotin. Di dilê me de weke sireke veşartî dimîne. Hesret di dilê me de vediguhere stranekê. Veqetîn dibe êşeke sotîner di xakên ku Dîcle û Firat av didin de. Di navbera mirin û jiyan, hezkirin û nefret di navbera du çeman de navê welatê pîroz Mezopotamya. Di xaka ku di baxçeyê Îrem de Xwedawenda Îştar hembêza xwe ji Zîlan, Bêrîtan û Sema re vekiriye. 
Di kulîlkên ku li Mezopotamyayê şîn tên, rengê yekê spî rengê yekê zer e. Her du jî bênav in. Navên xwe ji evîna xwe werdigirin. Gelekî ji hevdu hez dikin. Ji ber wê hezkirinê, biryar digirin ku bibe sedema canê wan jî hewl didin di demsaleke ku tu kes cesaret neke şîn bibê de şîn bên. Kulîlka yekemîn şîn tê, spî ye. 
Dema ku berfa spî ya çiyayên Medya dinixumandin êdî dest bi helandinê dikirin, li çiyayên Medya berfa spî kun dike û serê xwe radike. Kulîlka yekemîn derdikeve û li benda ya duyemîn e; lê kulîlka zer xuya nake. Kulîlka spî tenê dimîne. 
Ma tenêtî dikare te birizîne? Ma tenêtî wê te bilind bike? Tevî sir û seqemê bi tena serê xwe dipê. Hezkirin ev e ku mirov bikare bilind bike, hezkirin ked e. Hezkirin, di welatekî azad de evîndariya ji jiyaneke azad re ye. 

‘JINEKE AZAD BÛ’

Hezkirin xwe şewitandin e. Roj derbas dibin, kulîlka zer venabe. Roj derbas dibin lê 
kulîlka zer şîn nayê. Cesaret nake şîn bibe. Di sermê de diqerise û xatir ji jiyanê dixwaze. Kulîlka spî ya yekem şîn tê, kulîlka destpêkê vedike; navê xwe ji mirina di oxura evîna xwe de digire. Kulîlka ku yekemin şîn hat; ‘berfîn’ e. 
Navê wê Sema bû, dilopek baranê ya ji asîman dihat xwarê. Navê wê Sema bû, kulîlka cesaret û fedakariyê bû.  Bêrîtana ku di kendalên asê, li Cîlo û Çarçela şîn dihat. Jineke azad bû ku bi baweriya belavkirina azadiyê ber bi jiyana azad ve diçû. Dilnizm û xwedî vîneke bêhempa bû. 
Di bihara 2007’an de min Hevala Sema nas kir. Fedakarî û tevgera wê ya xwezayî nîşana ku çi qasî ji xwe bawer e dida xuyakirin. Di kenê wê de germahiyeke ku dilê mirovan germ dikir hebû. Hevala Sema bawerî dida hemû hevalan. Kenê Wê xwezayî û mîna kenê zarokan saf û jidil bû. Bi rêhevaltiya xwe ya saf û paqij tu car nayê jibîrkirin. Dema Hevala Sema dikeniya tevayî heval jî dikeniyan. Kenê wê mîna rojên destpêkê li ber çavên min in. 
Cara duyem di payîza 2008’an a zor û zehmet de min Ew dît. Hevala Sema hezkirina di dilê xwe de bi armanc û baweriyê dikir yek. Bêguman dema hezkirin bi armanc û baweriyê re bibe yek, dibe çemekî mezin ku tu bendan û astengiyan nas nake.  

‘22’Ê GULANÊ, DEMSALA GULAN BÛ’

Di adara 2009’an de ji bo operasyona artêşa dagirker a li qada Şehîd Brusk vala were derxistin biryar hat girtin ku çalakiyek li hemberî hêzên operasyonê were pêşxistin. Li qadê li cihekî ku jêre dibêjin “Kaniya Spî” hêzên dijmin xwe bi cih kirine. Biryar tê wergirtin ku çeperên dijmin werin rûxandin. Heval piştî ku bi qasî nîv saetê li ser zik dimeşin digihîjin ber çeperên hêzên dagirker. Li gorî hevalan behs dikir tevî ku zend û kabokên Hevala Sema di nav xwînê de jî mabû ji bo çalakî sabote nebe sebr û ezmek mezin nîşan dabû. Hevala Sema çepereke dijmin bombe dike. Û dest bi tilîliyan dike. Dijmin ji tirsan serûber sîlehan bi kar tîne. Heval bê ku wendahiyan bidin çalakiyeke serketî li dar dixin. Piştî çalakiyê dema ji Licê ber bi qada Apê Musa ve diçin li Girê Hedik bi kameraya termal ji aliyê dijmin ve tên ferqkirin û dikevin kemînê. Dijmin koma çalakiyê heta nuqteya wan dişopîne û êrîş dike. Di wê êrîşê de Hevala Bêrîtan Şemzînan, Sema, Elî Gever û Rustem Rojhilat şehîd dikevin û tevlî Nemirên Kurdistan dibin.     
Hevala Sema ji bo me wendahiyeke mezin bû.   Bi lêhûrbûn û sekna xwe ya jiyanê hevaleke mînak ku şoreşa wijdan û zîhniyetê pêk anîbû. Li eyaleta Erzirumê di nîqaşeke me ya bi Hevala Sema re wiha gotibû, “Divê mirina min di êrîşekê de be.. Vê ferasetê, ew her dem dikir pêşeng. Fikra ku em bibin layiqî wan ji bo me çavkaniya hêz û moralê ye.   
22’ê Gulana 2009’an di lêvên azadiyê de kenê destpêkê û yê dawî bû 
22’ê Gulanê, demsala gulan bû 
22’ê Gulanê bû, di demsala gulan de xwîn dihereke dilê min
22’ê Gulanê, aşût ket ser hêviyan
22’ê Gulanê bû, çar stêrkên di rengê gulan de şehîd ketin. 
Xwîn ket ser pelên gulan ên di bexçeyên Mezopotamyayê de 
Welatê min bû hêvî 
Hûn beybûn, we tevayî Licê bi rengê spî xemiland 
Ma qey di vî bexçeyî de gul diçilmisin? 
Bila di kenê zarokên şekerxend de 
Li ser perên çivîkan werin neqişandin.”