Ya girîng jibîrnekirin e
Ya girîng jibîrnekirin e
Ya girîng jibîrnekirin e
Belê stranek bû straneke ku bi her awayî di gewriyê de rê li ber girêkeke ji rondikên ji rabirdûya xeyalên nîvçemayî û veqetîneke bêdeng de xwe pêçayî. Mîna bawerzîneke ji awirên zarokekî masûm, jidil û pak vegotineke der barê şervaneke û şervanekî azadiyê de.
Jiyan û dîrok timûtim xwe bi leheng û egîdan dide vegotin, wê demê tehm û zehmetiyên ku wer bêtaqet jî dikin di nav aramiyeke ji bêhna axê ya barana yekemîn a payîzê diteyîse nav şaneyên mirov. Hevok di vegotinên egîdan de diterpilin, radiwestin û bi keser û xem in. Lê bi zanebûna di nav pîrozweriyeke jidil de tên bikaranîn rûken in mîna berfînên çiyayên Kurdistan azad, serbilind û ev qasî xweşik.
Em cih bidin hevokên hevalekî gerîlla Ednan Pîro da ku di nav merheleyên rabirdûyeke Dîcleyê re me bibe, xeyal û şopên Ednan ên hîn li kolanên wî bajarî li benda rêhevalên wî ne, me bigerîne: “Çavên xwe li vî welatê xweşik vekiribû. Hîn dema biçûk bû nas kiribû xweşikiya ava Dîcle ku di ber mala wan de derbas dibû. Xwe xwedîkirina bi axên bereket ên ava Dîcle, lîstik û ji bo dahatûyê fêrî afirandina xeyalan bibû; ji ber Ew ji Dîcleyê bû.
Kêfxweş dibû dema li Bendava Kral Kizi dinihêrî ku li ber ava Dîcle hatibû avakirin. Cihê ku lê çêbibû gelekî bi bereket bû. Li aliyekî tirî, hejîr û zebeş; li aliyê din hinarên sor ku li ber ava Dîcle mezin dibûn. Li welatekî wiha mezin bibû. Hem di aliyê dîrokî û hem jî di aliyê civakî de welatekî bedew bû. Li çiyayên herêma ku Ednan Pîro ji dayik bibû şopên serhildana Şêx Seîd hebûn. Şêx Seîdê Pîranî, dihat gotin. Cihê ku şopên Şêx Seîd hebûn bi çavekî cihên pîroz lê dihat nihêrîn. Wek “Şêx Seîd Efendî” hurmet jêre dihat nîşandan. Vir Dîcle ye. Dewlemendiyeke wê ya çandî heye. Gelek gel di nav hev de jiyane. Mînak Kurd û Ermeniyan gelek tişt bi hev re parve kirine. Li Dîcle, Kurdên ku bi zaravayê Zazakî diaxivîn hebûn. Li vir di nav civakê de otoriteya dayikê hakim bû. Pêşengî hîn jî ya dayik-xwedawend e. Dîcle, cihekî pirr xweş e. Ev herêm di aliyê çandinî û sewalvaniyê de pirr pêş ketiye. Misoger ji neolîtîkê xwe xwedî kiriye. Li vir jiyana xwezayî bi her aliyê xwe bala mirov dikişîne. Li van xakên bi bereket jiyan gelekî bedew e. Mirov li wan xakan xwe di nav efsûnekê de hîs dike û ku ev qasî mirov bandor dike.”
Xeyalên xwe bi Gorsê re parve dikir
Gerîlla Ednan Pîro (Ekrem Alinbay) li ser vê xakê tê dunyayê. Ji ber derdora Wî welatparêz bû pirr zû têkoşînê nas dike. Birayekî Ednan beriya Wî tevlî Tevgera Azadiya Kurdistan bûye. Ew bi xwe jî di temekî biçûk de tevlî Tevgera Azadiya Kurdistan bûye. Dema tevlî dibe 12 salî ye. Ji ber temenê Wî biçûk e. Şervanên azadiyê dixwazin Wî bişînin malê; lê belê Ednan çûna malê qebûl nake. Pirr bi înad e. Di encam de şervanên azadiyê jî qebûl dikin ku Ednan bimîne. Zarokekî pirr bi xurûr û xwedî kesayeteke feodal bû. Dema gerîllayan henek lê dikir; tavilê helwest digirt. Zarokatî û ciwantiya Ednan Pîro di nav Tevgera Azadiya Kurdistan de derbas bû. Jiyana Wî li Qada Şehîd Birûsk şekil girt. Xeyalên xwe li Gorsê ava kir. Hemû baweriyên xwe li Tepeyê Ziyaretê pêş xist. Li ber qûntarên Tînegrat Dîcle temaşe kir. Li çiyayê Pirajman dengê Amed guhdarî kir. Tevayî temenê xwe li wan deveran derbas kiribû. Mîna tevayî Amediyan xwedî sekneke serhildêr bû.
Heta sala 1999’an pêvajoya vekişînê, li wan qadan beşdarî xebatan bû. Ji çalakiyên qereqolan bigirin heta, lojîstîk û xebatên cephaneyê di tevayî xebatan de wezîfe wergirt. Her dem bi bawerî û zanebûn tevgeriya. Tu carî negot, “Bes.” Rojekê jî pirsgirêkên xwe nekir rojevê. Ji tu tiştên neyênî bandor nebû. Di vekişînê de cara yekemîn bû ku hatibû Herêmên Parastinê yên Medya. Di rê de tevî gelek zor û zehmetiyan gruba xwe gihand cihê wê. Ednan Pîro her dem xeta Rêber Apo esas wergirt. Di pêvajoyên herî zor û zehmet de bi hêz û ezmeke mezin ji bo daxwaz û hêviyên şehîdan xebitî. Ednan, demekê li Herêmên Parastinê yên Medya beşdarî kar û xebatan bû. Li wir di asta fermandarê taxim de wezîfe wergirt. Tevî ku ciwan jî bû bibû xwedî tecrûbe. Dema diaxivî mîna mirovekî îxtiyar bi tecrûbe diaxivî. Bûyer û diyarde bi mirov dida fêmkirin. Xwedî sekneke bi îddîa bû. Li Herêmên Parastinê yên Medya xwe gelekî pêş xist. Di mijarên bîrdozî de xwe pêş xist. Dîsa her dem dixwest ber bi Bakur ve biçe. Li hemberî tesfiyegeriyê xwedî sekn bû. Û dizanîbû ku tesfiyekirina tesfiyegeriyê di şer de derbas dibe. Dixwest bibêje, “Ji bêbawerî û jirêderketinê re bes e!” her wiha dixwest, ji tecrîd û îzolasyona li hemberî Rêbertî re bêje, “Bes e!” Lewma, careke din hewl dida û pêşniyar dikir ku biçe Bakur. Di vê çarçoveyê de koma xwe çêkir û ber bi Amed ve ket rê. Di dawiya sala 2003’yan de li Amedê bû. Li wir amadekariyeke bi rêkûpêk pêş xist. Çû herêma Şehîd Birûsk. Ew qad pirr baş nas dikir. Bi awayekî aktîf beşdarî Pêngava 1’ê Hezîranê bû. Ednan Pîro dît ku ev pêngav çi diafirîne. Bi vê pêngavê re dît ku tiştên di guman û tirsa wan de ye tên derbaskirin. Di vê eyaletê de hem bîranînê xwe nû kir, hem jî beşdarî xebatan bû. Hevalê Ednan Pîro, di sala 2006’an de careke din vegeriya Herêmên Parastinê yên Medya. Perwerdeyeke baş dît û di asta Fermandarê Bolukê de beşdarî xebatan bû. Herî dawî ji perwerdeya şervanên nû berpirsiyar bû. Di gulana 2010’an de di êrîşa hewayî ya balafirên artêşa Tirk de di gulana 2010’an de şehîd ket.
Fedayiyê Agirgedeyan
Bîranîn pir in di jiyana gerîllayan de; ji ber her kêlî bi wate û her kêlî bi girîngiyeke afirandina
dahatûyeke azad e. Bi hevokên wêjeyî ku hevalekî Gerîlla Ednan Pîro behsa sekn û kesayeta rêhevalê xwe dike wiha dibêje:
“Dema agir tevdida bêdeng dibû û tenê dima. Te digot qey agir venemiriye êşa çûyînên bêxaterxwestin an jî bi heyecana careke din dîtîna hevdu germ dikir hêviyên xwe.
Di berbanga payîzekê de ber bi lûtkeyên çiyayan ve em dikevin rê. Xwesteka dîtina hevalên xwe, perdeya mijê ya çiya nixumandibû hîn zêdetir ew efsûnî dikir. Pel, ji bo qut nebin ji şaxên daran ku li ber xwe didan, ên nikarîbûn zêde li ber xwe bidin jî, şiverê nixumandibûn. Baraneke hêdî dibariya. Ji bo em li ser pelan neşemitin me meşa xwe giran kiribû. Em di nav xwêdanê de mabûn û bêhna me çikiyabû. Bi hewldaneke dawî dema em derketin ser zinar, me dît ku dûmanek bilind dibe. Vê kurt be jî heyecanek bi me re çêkiribû. Ew dûman nîşaneyek bû ku em nêzî cihê em bigihîjinê. Dema ji jor ve me xwe berdida jêr dengê avê û bayê tevlihev bibû. Ji bo em rûbar derbas bikin me pireke ku tu muhendisiya wê nebû bi kar anî. Di nîvê pirê de kuneke mezin hebû. Dibe ku hîn bi ewle bû ku me xwe li avê xistiba!..
Dema em di patîkaya bi kevir de dimeşiyan, pelên darên spîndaran ku rengê zer û kesk wergirtibûn xweşikbûn û hewayeke payîzê dabû xwezayê. Ava di rûbar de jî bi pelan xemilîbû. Ev wêneyekî wiha bû ku rêhevaltiya di navbera dar û pelan de qediyabû êdî. Rêhevaltiyeke ku bi biharê dest pê dike û bi payîzê re diqede…
Payîz; xatirxwestin, veqetîn û demsala ji hevdu dûrketin e.
Dema em nêzî wê dûmana ku di nav wê xweşikiyê de me dîtibû, hevalekî ku rûyê wî li me bi mitale li agirê ku tevdida dinihêrî.
Dema em dîtin silav da me. Diyar bû ku hevalekî rûken û sohbeta Wî xweş bû. Tevî ku dereng jî bû dixwest sohbetê kûr bike. Sohbeta Wî mîna dilopên baranê yên li ser pelan mayî û bi hesret digihiştin axê herikbar bû…
Sohbet ev qasî kûr kiribû ku, ji bîra wî çûbû çaya ku li ser kozan dikeliya bide me. Ew sohbeta wî ya germ û rûken ji bo me ji çayê jî xweştir hatibû. Me jî vexwarina çaya xwe taloqî şeveke din kir. Paşê ez pê hisiyam ku navê Wî hevalî Ednan e...
Weke ku Rêber Apo dibêje, ‘Wan tenê ji bo xwe şer nekirin. Di nav lêgerînekê de bûn ku ji bo kesên haya wan jî ji wan nîn bûn tiştekî bikin. Rêbertiya PKK’ê, bi taybet Rêbertiya berpirsiyariyê ye. Rêbertiyeke bi bîranîna şehîdan re dilsoz û meşeke dîrokî ye ku her tiştî li gorî wê amade dike. Ên şer pêş dixin, jiyan, bawerî û hesretên xwe datînin holê û digihin mertebeya herî bilind. A dikeve ser milên me ev e ku em bi wan re dilsoz û sadiq bimînin, wateyeke şoreşgerî bidin wan û bibin berdevkekî baş. Hêza herî mezin şehîd in.”
Her tiştê ku dilê me xweş dike, nêrînên me dewlemend dike; tiştên ku em her roj dibînin, dijîn, di bûyer û nûçeyên ku em dibihîzin, di detay û kitekitên biçûk de veşartîne.
Wêneyek, carinan romaneke dirêj, carinan çîrokeke kurt e. Car caran jî helbesteke kurt e. Ya girîng jibîrnekirina afirînerên xweşikî û parvekerên wê ne.”