'Ya li Rojava tê jiyîn, xeyalê sedan salan ê gelê Kurd e'

'Ya li Rojava tê jiyîn, xeyalê sedan salan ê gelê Kurd e'

Şêniyên Wargeha Şehîd Rustem ku ev hefteyeke bi armanca piştgirîdayîna Rojavayê Kurdistanê kon vedane dan xuyakirin ku piştgiriya wan a ji bo gelê li Rojava wê ji her alî ve dewam bike.

Konê nobetê yê ji bo Piştgiriya gelê Rojavayê Kurdistanê di 25ê Tebaxê de li Wargeha Penabera Şehîd Rustem hat vedan di 1’ê Îlonê Roja Aştiyê ya Cîhanê de bi daxuyaniyeke çapemeniyê bi dawî bû. Daxuyanî duh êvarê saet di 18:00’an de bi beşdar bûna sedan kesan li Navenda Çand û Hûnerê hat dayîn. Di dema daxuyaniyê de alên PKK, KCK û wêneyên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hatin hildan.

Daxuyanî ji aliyê endama Meclîsa Îştar’ê Xatûn Babat û endamê Meclîsa Gel a Demokratîk a Wargehê Huseyîn Guzereşî  ve hat dayîn.

Babat bal kişand ser polîtîkayên li ser Rojava yê Kurdistanê tên meşan din û got: “Komên çetê yên  ku êrîş di bin ser gelê Kurd ji aliyê hêzên herêmê ve tên destek kirin. Divê gelê Kurd bi yekitiya xwe ya neteweyî re vê polîtîkayê pûç bike.”

Endama Meclîsa Îştar’ê Xatûn Babat  diyar kir, ku gelê Kurd bi saya berdêlên gelekî mezin giya vê astê û got; “Gelê Kurd niha li her çar parçeyên Kurdistanê destkeftiyên gelek bi nirx bi dest xistiye. Bi taybet gelê Rojavayê Kurdistanê şoreşekê dijî. Lê mixabin hin hêzên derdor dixwazin şoreşa Rojava têk bibin. Ji ber vê yekê jî hêzên wek Tirkiyê û hin aliyên din alîkariyê didin komên çete. Ev komên mijara gotinê jî tên malên Kurdan talan dikin û Kurdan dikujin. Her wiha  di 1’ê Îlonê Roja Aştiyê ya Cihanê de jî van komkojiyan dewam kirin. Li milê din de ji berambarî  pêvajoya ku, Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan daye destpêkirin ku şansek da bû dewletê lê, dewlet û hikûmet ti gav ne avêtine. Ev jî dibe sedem ku gumanên gelê Kurd li hember hikûmetê   zêde bibe.”

Di dawiya axaftina xwe de Xatûnê bang li gelê Kurd kir piştgiriya bi şoreşa Rojava  dom bikin û bang li hikûmeta AKP’ê jî hat kirin ku gavan bavêje.

Endamê Meclîsa Gel a Demokratîk a Wargehê Huseyîn Guzereşî jî di axaftina xwe de bal kişand ser girîngiya şoreşa li Rojavayê Kurdistanê û got: “Serketina Şoreşa Rojavayê Kurdistanê serketina hemû gelê Kurd e. Tişta li Rojavayê Kurdistanê tê kirin xeyalên Kurdan ê sedsalane. Lê hinek dixwazin xeyalên Kurdan vala derbixin. Lê belê bila baş bizanibin ku hemû gelê Kurd li pişta gelê Rojavayê Kurdistanê ye. Gelê Kurd dê bi  berxwedana xwe leyîstokên li ser gelê Rojavayê Kurdistanê vale derbixe.”

Huseyîn di dawiya axaftina xwe de de bang li hemû gelê Kurd kir ku di her alî de ji bo Şoreşa Rojava yê Kurdistanê bibin alîkar û şoreşê bi tenê nehêlin.

Daxuyanî bi  dirûşmeyên “ Bijî şoreşa Rojavayê Kurdistanê”, “Bijî Serok Apo”, “Bijî YPG” dawî bû.