YDG-H’ê li dijî firoşkarên tiryakê operasyon pêk anî

YDG-H’ê li dijî firoşkarên tiryakê operasyon pêk anî

Ji aliyê endamên YDG-H’ê ve li taxên Alîpaşa, Ben û Sen û Şehîtlîk ên girêdayî Sûrê di çarçoveya têkoşîna li dijî narkotîkê operasyon hat lidarxistin.

Şeva din saetên dereng gelek endamên YDG-H’ê li taxên ku bikaranîna tiryakê zêde ne hatin gel hev, li hember hin adres û şexsên ku berê hatina tespîtkirin operasyon hat lidarxistin.

Hat ragihandin ku di operasyona ciwanan de hinek tiryak jî hatiye girtin. Dîsa hin kargehên ku tiryak lê tên firotin bi bombeyên deng hatin texrîbkirin û kesên tiryakfiroş hatin hişyarkirin.