YDG-H’ê li Farqînê kontrola nasnameyan kir

YDG-H’ê li Farqînê kontrola nasnameyan kir

YDG-H’ê ku girtina dibistanan protesto kir, duh êvarê li navçeya Farqîn a Amedê bi polîsan re kete pevçûnê.

YDG-H’ê ku Caddeya Diyarbakirê li trafîkê girt û kontrola nasnameyan kir, li cihê bûyerê bi polîsan re kete pevçûnê. Polîsan bi bombeyên gazê êrîş kir û ciwanan jî bi molotofkokteylan û bombeyên deng û keviran bersiv da. Di avêtina molotofkokteylan de wesayîtên hinek polîsan şewitî.