YDG-H li Cizîrê komkujiya li Rojava protesto kir

YDG-H li Cizîrê komkujiya li Rojava protesto kir

Li Cizîrê, Tevgera Ciwanên Şoreşger ên Welatparêz (YDG-H), bi armanca şermezarkirina komkujiyên li Rojavayê Kurdistanê, rêya li kolana Nisêbînê li trafîkê girt. Li ser destwerdana polîsan di çalakiyê de pevçûn derket.

Li navçeya Şirnex Cizîrê, ciwanên endamên YDG-H bi armanca şermezarkirina komkujiyên li Rojavayê Kurdistanê li dijî gelê Kurd tên kirin, rêya taxa Nisêbînê li trafîkê girtin. Lê belê polîsên Tirk bi maşînên zirxî "TOMA" û "Akrep" û bi bombeyên gazê dest li çalakiyê werdan. 

Li ser vê yekê, ciwanan jî bi kevir, molotof û bombeyên deng bersiv dan destwerdana polîsan. Di encama pevçûneke demdirêj de, maşîneke zirxî ya polîsan bi molotofan hat şewitandin lê TOMA'yan ew vemirandin. Ji ber hejmareke zêde ya bomgeyên gazê yên polîsan, kolanên Cizîrê di nava dûxanê de man. Çalakî û pevçûna bi polîsan re heta derengiya şevê dewam kir.

Li taxa Nûrê jî polîsên Tirk bi maşînên zirxî ketin nava kolanan û bombeyên gazê avêtin seranserê taxê. Şêniyên kolana Botaşê ku ev meheke ji vê pêkanîna kêfî ya polîsan bêzarin, nerazîbûn nîşan dan.