YE dest bi kêmkirina 'taserufa enerjiyê' dike

YE dest bi kêmkirina 'taserufa enerjiyê' dike

Yekitiya Ewropayê, ji bo karanîna enerjiya bi taseruf û bi bandor a hikûmetên parzemînê û ji bo sînordarkirina xerckirina berhemên petrolê, ji bo qanûneke nû li hev kirin.

Di vê sererastkirina ji aliyê Komîsyona Yekitiya Ewropayê û Parlementoya Ewropayê ve hat pêşkêşkirin û ji aliyê Wezîrên Enerjiyê yên Ewropayê ve hat erêkirin, de dê welatên Yekitiya Ewropayê heta sala 2020’ê ji sedî 20’ê karanîna enerjiyê kêm bikin.

Spanya, Portekîz û Fînlandiya li hemberî vê sererastkirinê rabûn, ji ber wê jî divê ji aliyê hemû Wezîrên Enerjiyê yên YE û Parlementoya Ewropayê ve jî were erêkirin.