Welatên Yekitiya Ewropa (YE) yek ji civînên bilind ên herî krîtîk ên di dîroka xwe de li dar dixin. Tişta herî girîng a vê civînê jî; ev cara yekem e ku endamên YE’yê ewqas ji hev veqetiyane. Aliyê ku Îtalya û Spanya serkêşiya wê dikin, ji bo dahatûya herêma Euroyê daxwaza sîstema “tehwîla hevpar dikin”, lokomotîfa yekitiyê Almanya jî bi tundî li hemberî vê pêşniyarê ye.
Herî dawî, piştî ku Spnaya û Qibrisê daxwaza alîkariyê kirin, hejmara welatên ketin bin sêwanê gihişt 5’an. Ji ber ku li Ewropayê Spanya û Îtalya di bazara derve û hindur de pir deyndar bûne, bazar bêzar bûye. Tê gotin ku dibe Spanya jî di demek nêzîk de mîna Yewnanîstanê îflas bike. Îtalya jî pir tengav bûye.
Yewnanîstanê ragihand ku ew ê di warê presîp de daxwazên krediyan ên YE’yê qebûl bike, lê daxwaza şert û mercên baştir jî dike. Tê ditînin ku Yewnanîstan heta niha ji sozên ji bo reformê dane pir dûr maye. Bendewarî û daxwazên ji civîna bilind a YE ya ku dê pênçşemê dest pê bike û heta înê bidome, ji hev cûda ne.
Wezîrê Derve yê Alman Guido Westerwelle di daxuyaniya beriya civîna krîtîk da de bal kişand ser pozîsyona Almayayê û tabloyek geşbîn çêkir; “Ewropa di esmûnekê re derbas dibe û em Ewropayî dixwazin bi awayeke serkeftî ji vê ezmûnê derbas bibin. Divê em derbas bikin.”
Bi ya wezîrê Alman, ger welatên endamên Yekitiya Ewropayê butçeya xwe bi disiplîn bikin, hêza xwe ya reqabetê zêde bikin, dê bikarin ji pirsgirêkê re çareserî bibînin. Li Ewropayê hin welatên piştgirî didin vê trawmaya Almanyayê hene. Lê baya herî şid a li dijî vê pêşniyara Almanyayê, mutefîkê wê yê herî nêzîk Franse ye. Hema bêje hikûmeta Serokkomarê Frensî Françiois Hollande ê sosyalîst, li dijî hemû polîtîkayên bazara îsthîdamê yên Berlînê ye. Serokwezîrê hikûmeta teknokrat a Îtalî Mario Monti jî ji roja hatî û heta niha, zêde serî li rêyên reforman nedaye.
Welatên li hemberî deynan tengav bûne, dixwazin tehwîlek hevpar bê avakirin û hawuzeke deynan ya hevpar a Ewropayê hebe.
Serokwezîrê Almanyayê Angela Merkel daxuyaniya xwe ya herî hişk a der barê mijarê de duh da. Merkelê got; “Heta ku ez li jiyanê bim, tehwîla hevpar pêk nayê” û peyameke pir aşkere beriya civîna bilind a ku dê îro li dar bikeve, da.
Ev tablo jî nîşan dide ku dê civîna bilind a YE’yê ewqas tena û aram derbas nebe. Niha çavê hemû bazaran li biryarên ku ji vê civînê derbikevin e.