YE muxalefeta Sûriyeyê weke 'nunera rewa' ya Sûriyeyê qebûl kir

YE muxalefeta Sûriyeyê weke 'nunera rewa' ya Sûriyeyê qebûl kir

Di encama hewldanên Franse û Îngilîstanê de Yekitiya Ewropayê Koalîsyona Neteweyî ya Sûriyeyê ku li Qeterê hate avakirin, weke “nunera rewa” ya Sûriyeyê qebûl kir, lê ne weke “yekane nuner” nas kir. Di nava vê komê de nunertiya Kurdan û gelek kom û kêmarên olî û neteweyên din tune ne.

Bi serkêşiya Franse û Îngilîstanê hin welat li hev civiyan û xwestin ku Koalîsyona Neteweyî ya Sûriyeyê ya ku 11’ê mijdarê li paytexta Qeter Dohayê hate avakirin weke “nunerê rewa” yê Sûriyeyê qebûl bikin.

Di encama hewldanên van welatan de YE’yê ev daxwaz qebûl kir, lê belê ne weke “yekane nuner” nas kir. Ev biryar bi deklerasyona civîna wezîrên derve yên 27 welatên YE’yê hate aşkerekirin.

Beriya vê civînê Nunera Peywendiyên Derve ya YE’yê Catherine Ashton bi serokê koalîsyonê Ahmed Muaz El Katîb re hevdîtine pêk anî. Her wiya YE’yê biryar da ku 30 milyon Euro alîkarî bide kesên ji pevçûnan bandor bûne.

Li aliyeke din li gorî Çavdêrîxaneya Mavê Mirovan a Sûriyeyê ya ku çapemeniya Rojava ew weke çavkanî digire, ji adara 2011 ve 42 hezar kes li Sûriyeyê jiyana xwe ji dest dan.

KOAÎSYONA KÊ TEMSÎL DIKE?

Her çendî YE’yê koalîsyonê weke “nunerê rewa” qebûl kir, lê hin aliyên girîng ên muxalefeta rastîn a Sûriyeyê di nav de cih nagirin. Beşa herî girîng a vê muxalefetê jî Kurd in. Koalîsyonê, Desteya Bilind a Kurdan û PYD’ê venexwendibû civîna xwe ya li Dohayê.

Hevserokê PYD’ê û Endamê Desteya Bilind a Kurdan dabû diyarkirin ku heman xeletiyên di Konseya Neteweyî ya Sûriyeyê de hatibûn kirin, di Koalîsyonê de jî hatin dubarekirin û got: “Ev yek nunertiya hemû Sûriyeyê nake. Heman xeletî li Dohayê jî hate dubarekirin. Ji 63 kesan 41 kes îslamî ne. Dîsa hemû gelên Sûriyeyê têde tune ne. Rêxistinên ku hene jî tu girseyek wan di nava gel de tune ye. Ji xeletiyan zêdetir Kurd nehatin vexwednin. Du kesên ku beşdar bûn jî li gorî normên Erdogan hatin diyarkirin. Dikariyan Desteya Bilind a Kurdan vebixwînin. Em dê beşdar bibûna. Ger bixwazin, niha jî dikarin vê xeletiya xwe sererast bikin. Dîsa reçeteyek hatibû amadekirin bi beşdaran dan îmzekirin. Ya em dixwazin ew e ku hemû nunerên gelên Sûriyeyê û beşên civakê bên cem hev û nexşerêyek amade bikin. Ev yek bi amadekirina sernaryoyên li derve nabe. Lêgerînek bê Kurd encamek baş bi dest naxe.”

Raperînên gel ên ku adara 2011’ê dest pê kirin, veguherîn pevçûnên dijwar ên çekdarî. Îro li weltê bi dehan komên çekdar hene. Qeter, Tirkiye, Erebîstana Siûdî û welatên Rojavayî bi awayeke aşkere van komên çekdar perwerde dikin, fînanse dikin û destekê didin wan. Jixwe baregeha Artêşa Sûriyeya Azad li Tirkiyeyê ye.

Herî dawî, li hemberî rewjîma Beşar Esad Konseya Bilind a Leşkerî hate avakirin. Eniya El Nursa ya ku li ser xeta El Qaîde dimeşe û ji aliyê Tirkiyeyê ve tê destekkirin di vê komê de cih negirt.

Vê komê 19-23’yê mijdarê bi rêya Tirkiyeyê êrîşê Serêkaniyê kirin û piştî ku windahiyên mezin dan neçar man vebikişin. Komê piştre banga agirbestê li Kurdan kir, Kurdan jî bi şertê ji bajêr derbikevin qebûl kir, komê jî vê şertê qebûl kir. Piştre komê xwest vegere Tirkiyeyê lê Tirkiyeyê sînor girt û ji wean xwest careke din şerê Kurdan bikin.