Yek jê fermandar 19 çete hatin kuştin
Yek jê fermandar 19 çete hatin kuştin
Yek jê fermandar 19 çete hatin kuştin
Hêzên YPG'ê li gundê Girhok ê girêdayî Girkê Legê li dijî navendek komên çete çalakî lidar xist. Di encama çalakiyê de yek jê fermandar 10 endamên komên çete hatin kuştin. Li Girê Spî jî komên çete êrîşî gundê Susikê kirin û di encama bersivdayîna YPG'ê de 9 êrîşkar hatin kuştin.
Hêzên Parastina Gel şevê din li herêma Girkê Legê, li gundê Girhok ku wekî baregeha komên Dewleta Îslamî ya Iraq-Şam/Eniya Nusra û hin komên Artêşa Azad tê bikaranîn û ji vir êrîşan pêk tînin, çalakiyek bi bandor li darxistin.
Hate ragihandin ku di çalakiya saet di 19.00'an de destpê kir û heta 20.30'an dom kir de pevçûnên dijwar qewimîne û koma Liwa El-Tewhîd a Artêşa Azad jî di pevçûnan de cîh girtiye.
Li gorî agahiyan, di çalakiyê de navenda çeteyan hate hilweşandin û yek ji wan fermandar 10 endamên komên çete hatine kuştin. Hate ragihandin ku piştî çalakiyê pevçûn heta serê sibehê cîh bi cîh dom kirine.
LI GIRÊ SPÎ 9 ÇETE HATIN KUŞTIN
Li Girê Spî (Til Ebyad) jî ber destê sibehê saet di navbera 02.00 03.00'an de komên çete êrîşî gundê Sûsika Mezin li ser xeta sînorê Bakûrê Kurdistanê ye û 7 kîlometre dikeve rojavayê Girê Spî, kirin. Li ser vê yekê hêzên YPG'ê bersiv dan û di encama pevçûnan de 3 wesayît hatin rûxandin û 6 çete hatin kutşin. Piştî pevçûnan, komên çete neçar man ku xwe paşde vekişînin.
Hate ragihandin ku di saetên serê sibehê de jî heman koman careke din xwestin êrîş pêk bînin, lê hêzên YPG'ê bersiv dan û pevçûn derketin. Di encama vê pevçûnê de jî 3 çete hatin kuştin. Hate gotin ku êrîşkaran xwe paşve kişandine, lê vê carê bi topên hawanê êrîş dikin.