Yek jê fermandar 5 çete li Girê Spî hatin kuştin

Yek jê fermandar 5 çete li Girê Spî hatin kuştin

Di pevçûnên navbera Yekîneyên Parastina Gel (YPG) û komên çete yên Dewleta Îslamî ya Iraq û Şamê de, li herêma rojavayê Girê Spî (Til Ebiyad), yek jê fermandarê koma Ehrar El Şam bi giştî 5 endamên komên çete hatin kuştin.

Çavkaniyên YPG diyar kirin ku duh  li derdora gundên Sûsik û Bîrkino yên rojavayê Girê Spî di navbera yekîneyên wan û komên çete yên Dewleta Îslamî ya Iraq û Şamê (DAIŞ) de pevçû rû dane. Çavkaniyan diyar kirin ku di pevçûnan de fermandarekî Ehrar El Şam ê bi navê Ebû Salim ku ji gundê Sûik e û 4 endamên din yên komên çeteyan yên ji gundê Bîrkino hatine kuştin.

Li aliyekî din hate hînbûn ku komên çeteyan 40 topên hawanê bi ser gundê Qiz Elî de barandine, di bombebrabê de ziyanên madî çêbûne, lê gundiyan malên xwe bernedan û tevî topbaranê jî li gundê xwe man.