Yek ji sedan Erebên bi Kurdan re li heman eniyê şer dike...

Yek ji sedan Erebên bi Kurdan re li heman eniyê şer dike...

Bi derketina şerê navxweyî yê li Sûriyê re, komên mîna El Nûsra yên di nava Artêşa Azad de, tevî komkujî û êrîşa li dijî Kurdan, êrîşî Erebên ne ji wan e jî dikin, wan ji gundan derdixînin û malên wan talan dikin. Erebên ku li dijî êrîşan çek hilgirtin, li cem Kurdan li dijî çeteyan şer dikin û gund û taxên xwe diparêzin.

Li Rojava, ji êrîşên komên çete yên mîna El Nûsra, tevî Kurdan Ereb jî para xwe werdigirin. Çeteyên bi zorê gundên Kurdan vala dikin, Erebên ne ji xwe ne jî bi zorê ji gund û malên wan derdixînin. Endamên çeteyên El Qaîdeyê yên ji Efganîstan, Çeçenîstan, Tirkiye, Misir, Erebîstana Siûdi, di bi navê 'cîhadê' de tax û gundên Rojava yên bi dest xistine, talan dikin.

Erebên ku berxwedana Kurdan a li dijî çeteyan dîtin, ji bo can û malên xwe biparêzin bi Kurdan re li heman eniyê şer dikin.

Yek ji Erebên ku li Serêkaniyê bi ciwanên Kurd re taxa xwe diparêze û kontrola rê dike Mûaz Abdulselam e. Li Serêkaniyê hatiye dinyayê û li vir mezin bûye. 4 caran ji êrîşa çeteyan a li dijî navçeya xwe re şahidî kiriye.

Abdulselam dît ku endamên çete ne tenê li dijî Kurdan li dijî Ereb û gelên Xiristiyanan jî komkujiyê û talanê dikin û li gel Kurdan di nava komîteya parastinê ya taxa xwe de cih digire.

Abdulselam dibêje, "Ew dibêjin emê azadiyê bînin Sûriyê. Vana ne Ereb in, ti hêza wan a anîna demokrasiyê jî tineye. Hemû çete ne, em li dijî van şer dikin, li taxa xwe nobedê digirin. Li heman taxê, ez bi birayên xwe yên Kurd ên zarokatiya me bi hev re derbas bûye re, taxa xwe ji êrîşên çeteyan diparêzin."

Yek ji welatiyên li gel Kurdan li dijî çeteyan şer dike Fettah Abdulkerîm e. Piştî ku li gel Kurdan dest bi şer kir navê 'Elîşêr' li xwe kir.

Elîşêr li nava Yekîneyên Parastian Gel (YPG) cih digire û dema li Sûriyê şerê navxweyî derket li dijî hêzên Artêşa Azad şer kir. Lê piştî ku Kurd weke xeteke sêyemîn li ber xwe da, tevlî refên Kurdan bû.

Yek ji 3 Erebên li qereqola YPG'ê ya li navbera Serêkaniyê-Dirbêsiyê wezîfeyê dike ye.

Elîşêr dibêje, "Li Sûriyê beriya du salan min li gel hêzên hikûmetê, li dijî Ceyş El Hur (Artêşa Sûriyeya Azad) şer dikir. Lê leşkerên hikûmetê nekarî xeta sînor biparêze. Em terikandin û reviyan. Ez tevlî Kurdên dest bi berxwedanê kir, bûm. Çeteyên li hemberî me ne Ereb in. Hemû ecnebî ne. Ji Misir, Efganîstan, Qatar û Sûriyê hatine.

Vana Sûriyê azad nakin, ti hêza wan a demokratîkkirina Sûriyê jî tineye. Vana hêzên bi pere ne. Û talanê dikin. Ez li dijî wan şer dikim. Li vê derê li gel xwik û birayên xwe yên Kurd em axa xwe, namûsa xwe diparêzin."

Abdulkerîm ê li gel Kurdan şer dike dibêje, mîna wî bi sedan ciwanên Ereb hene li Qamişlo, Serêkaniyê, Dirbêsiyê, Girkê Legê, Efrîn, Kobanê, Tirbêspî, ji bo parastina gundên xwe di nava YPG û komîteyên parastinê de cih digirin.