YEK-KOM qurbaniyên komkujiya Şengalê bibîr anî

YEK-KOM qurbaniyên komkujiya Şengalê bibîr anî

Federasyona Komeleyên Kurd li Elmanyayê (YEK-KOM) bi sedan Êzidiyên di êrîşa 14'ê Tebaxa 2007'an a li Şengalê jiyana xwe ji dest dan, bibîr anîn. YEK-KOM'ê da xuyakirin ku mîna li Şengalê, Êzidî li Rojava jî rastî êrîşa çeteyan tên û bang li raya giştî ya navnetewî kir, ku Êzidiyan biparêzin.

Beriya niha bi 6 salan, li herêma pîroz a Êzidiyan bi hevdemî 4 êrîşên întiharî yên bi tankeran pêk hat. Li gorî hejmarên fermî di êrîşan de 525 kesan jiyana xwe ji dest dan, 400 kes jî birîndar bûn. Lê belê tê texmînkirin ku di êrîşên li Tilizer û Sibaşexidir de nêzî 700 Kurdên Êzidî jiyana xwe ji dest dane. Êrîşeke bi heman rengî di 13'ê Tebaxa 2009ân de li navenda bajarê Şengalê rû da û di vê de 18 kesan jiyana xwe ji dest dan, 32 kes jî birîndar bûn.

Federasyona Komeleyên Kurd li Elmanyayê YEK-KOM, bi wesîleya salvegera komkujiyên li Şengalê daxuyaniyeke nivîskî weşand û Êzidiyên jiyana xwe ji dest dan, bibîr anî. YEK-KOM'ê da xuyakirin ku hêzên êrîşî Êzidiyan kirine hêzên dixwazin Kurdistanê dagir bikin e û bang li Kurdistanî û dostên wan kir ku beşdarî çalakiyên bîranînê yê bi wesîleya salvegera komkujiyê bibin.

YEK-KOM'ê got, "Divê civaka navnetewî, ji bo parastina Êzidiyên hînê di bin gefa komkujî û êrîşan de ne, têkeve nava tevgerê."

Ji ber 6. salvegera komkujiya Şengalê, îro li bajarê Elmanya Hannoverê çalakiyeke bîranînê tê lidarxistin. Mîtîng li qada Steintor saet di 16.00'an de destpê dike.