Di sedsala 20’an de mezintirîn qirkirina mirovahiyê ji aliyê Almanyayê ve bi fermana Adolf Hîlter li hemberî Cihûyan hat pêkanîn. Lê aşkere bû ku Hîtler di dema Şerê Yekemîn ê Cîhanê de Hîtler fermana parastina cihûyekê daye.
Nameya di 19’ê tebexa 1940’ê de ji aliyê Hîtler ve hatibû nivîandin, di nava dosyaya Gestapo ya der barê parêzer û dozgerên Cihû de hat dîtin. Dîrokzan Susanne Mauss ev name dît û diyar kir ku ew teqez dizane ku ev name orjînal e.
Li gorî dîrokzanan, Enrst Hess di dema Şerê Yekemîn ê Cîhanê de li eniya şer a Franseyê di bin fermana Adolf Hîtler de xebitî. Hess jî û Hîtler jî di vê eniyê de birîndar bûn.
Piştî vî şerî, Hess li Almanyayê dest bi dozgertiyê kir. Piştî rejîma Nazî hat ser desthilatiyê û dest bi qirkirina Cihûyan kir, Hîtler ji yekîneyên SS re nameyek nivîsand û xwest Hess biparêzin.
Fermana parastina Hess heta sala 1943 hat. Hess, di sala 1943 de birin kampek berhefkirinê û li wir heta 1945’ê bi darê zorê dan xebitandin.
Piştî şer, ji Hess re pêşniyar kirin ku vegere ser peywira xwe ya dozgeriyê, lê Hess ev daxwaz red kir û li ser rêya hesinî xebitî. Di sala 1983 de jiyana we ji dest da.
Lê malbata Hess nekarîn sûdê ji vê fermana parastinê ya Hîtler werbigirin. Xwîşak Hess Berta, li Auschwitzê hat kuştin.
Ji aliyeke din ve, guman dikin ku ev name ne ya Hîtler be. Ev dîrokzan diyar dikin ku dibe ev ferman ne ji Hîtler bi xwe, dibe ji alîkarê wî Fritz Wiedmann hatibe.
Wiedmann bi sempatiya xwe ya li hemberî gaziyên şer ên di Yekemîn Şerê Cîhanê de ji bo Almanyayê şer kirin dihat nasîn.
Jixwe fermanên ku Wiedmann, der barê gaziyên Cihû de jî didan dihatin zanîn.
Keça Hess, Ursula, piştgirî da vê yekê. Ursula diyar kir ku gava wî qal dikir, tu hevalên Hîtler tune bûn û her tim bi tenê tevdigeriya.