Yekem kesê çû ser Heyvê astronot Neil Armstrong mir

Yekem kesê çû ser Heyvê astronot Neil Armstrong mir

Mirovê yekem car çû ser Heyvê û navê wî ket dîrokê astronot û zanyarê DYA’yî Neil Armstrong di 82 saliya xwe de jiyana xwe ji dest da.

Li gorî daxuyaniya ji aliyê malbata Armstrong ve hat dayîn, astronotê navdar di destpêka meha tebaxê de ji dilê xwe emeliyat bû û ji ber hin komplîkasyonan jiyana xwe ji dest da.

Neil Armstrong, di 20’ê Tîrmeha 1969’ê de bi wesayîta fezayî ya Apollo 11 çûbû ser Heyvê. Dema çûbû ser heyfê gotibû ‘Ji bo min pêngavek biçûk, lê ji bo cîhanê pêngavek mezin bû.”

Di wê demê ji ber çûyîna ser Heyvê nêzî nîv milyar mirov li ber ekranên televîzyonan bûn.