Yekem kongreya Nivîskarên Kurd-Sûriye destpê kir

Yekem kongreya Nivîskarên Kurd-Sûriye destpê kir

Bi durişmeya “Nivîskar Wijdanên Gelane” kongreya yekem a Nivîskarên Kurd-Sûriyê destpê kir.

Hejmarek nivîskar û rewşenbîr ên ji seranserî herêma Cezîrê ya Rojavayê Kurdistanê bi diruşmeya “Nivîskar Wijdanên Gelane” Kongira yekem a Nivîskarên Kurd – Sûriyê li Hola Melekî ya Qamişloyê hat lidarxistin. Kongire bi beşdariya hejmarek nivîskar, rewşenbîr, nûnerên Meclîsa Gel a Rojavayê Kurdistanê (MGRK), Meclîsa Niştimanî Kurd li Sûriyê (ENKS) û gelek saziyên civakî, partiyên siyasî bi rêzgirtinê destpê kir. Piştre li ser navê MGRK, ENKS, PYD, rêxistina Asûrî ya Demokratîk û Şêx Mihemed Xerzanî axaftin hatin kirin.

Di axaftinan de bal hate kişandin ser rola rewşenbîr û nivîskaran a di pêşeroja civakan û azadiya gelên bindest de. Her wiha ji nivîskar  û rewşenbîran hate xwestin ku xwedî gotina azad bin û erkê xwe pêk bînin.

Di kongreyê de gelek peyamên pîrozbahiyê ku ji kesayet, rêxistin û tevgerên siyasî ji kongreyê re hatibû şandin hatin xwendin. Piştî xwendina peyaman dîwana ji 5 kesan ji bo rêveberina kongreyê de bêne girtin. Piştî hilbijartina dîwanê kongreyê bi awayekî ji çapemeniyê girtî berdewam kir.

Hate gotin ku dê encamên kongreyê di demên pêş de bi daxuyaniyekê bê eşkerekirin.