Yekîneya tangan a YPG'ê avêt ser baregeha çeteyan

Yekîneya tangan a YPG'ê avêt ser baregeha çeteyan

Li gundê Qestel Cindo yê ser bi navçeya Efrîn Şerayê, pevçûnên di navbera çeteyên Dewleta Îslamî ya Iraq û Şamê û hêzên YPG'ê de dewam dikin. Hate ragihand di şerên serê sibehê de Yekîneya tangê ya YPG’ê li dijî baregeha Dewleta Îslamî ya Iraq û Şamê ya gundê Maarîn çalakiyek lidarxist. Hate zanîn di encama çalakiyê baregeh bi temamî hatiye rûxandin, tangek, çekek doçka hatine rûxandin. Çavkaniyan ragihandin di encama çalakiyê de bi dehan çeteyên Dewleta Îslamî ya Iraq û Şamê hatine kuştin û bi dehan birîndar bûne. 

Dewleta Îslamî ya Iraq û Şamê piştî Ezaz ji destê Artêşa Azad derxist, endamê Artêşa Azad xwe spartin YPG’ê. Ji ber êrîşa komên Dewleta Îslamî ya Iraq û Şamê ya li dijî Qestel Cindo, YPG'ê bersiv da êrîşan. Hate ragihand di şerên serê sibehê de Yekîneya tangê ya YPG’ê li dijî baregeha Dewleta Îslamî ya Iraq û Şamê ya gundê Maarîn çalakiyek lidarxist. Hate zanîn di encama çalakiyê baregeh bi temamî hatiye rûxandin, tangek, çekek doçka hatine rûxandin. Çavkaniyan ragihandin di encama çalakiyê de bi dehan çeteyên Dewleta Îslamî ya Iraq û Şamê hatine kuştin û bi dehan birîndar bûne. 
Heman çavkaniyan ragihandin komên Dewleta Îslamî ya Iraq û Şamê kuştî û birîndarên bi ambûlansan rakirine Ezazê. 
Şerên li herêmê didome.