Yekîneyên Berxwedanê Mexmûr encama operasyona li dijî çeteyan aşkera kir
Yekîneyên Berxwedanê Mexmûr encama operasyona li dijî çeteyan aşkera kir
Yekîneyên Berxwedanê Mexmûr encama operasyona li dijî çeteyan aşkera kir
Yekîneyên Berxwedana Mexmûr têkildarî encamên operasyona li herêma Mexmûr a 5 gundên ku ji çeteyan hatin paqijkirin aşkera kir. Di operasyonê de 20 çete hatine kuştin û gelek alavên leşkerî û cebilxane hatine desteserkirin. Di operasyonê de 3 gerîlayan jî jiyana xwe ji dest dane.
Encamên operasyona duh êvarê li herêma Mexmûr destpê kir û heta danê sibehê dewam kir hatin aşkerakirin.
Li gor daxuyaniya Yekîneyên Berxwedana Mexmûr ji duh danê êvarê ve li hemberî gundên Leçeka, Mehmudiye, Xirbanê, Reşîdiye û Fatima yên girêdayî bajaroka Mexmûr û destê çeteyên DAIŞ de bûn operasyonek hatiye lidarxistin.
Di encama operasyona ji aliyê gerîlayên HPG/YJA STAR û pêşmergeyan ve hatin lidarxistin 5 gund ji destê çeteyan hatin rizgarkirin. 20 çete hatin kuştin, gelek wesayîtên leşkerî û cebilxane hatin îmhakirin û gelek ji wan jî hatin desteserkirin.
ALAVÊN HATINE DESTESERKIRIN
Li gor vê alavên hatine desteserkirin ev in:
“8 çekên BKC, 2 B-7 roketavêj, çekek M-16, 7 keleşnîkof, çifteyek, 2 hewanên 60 milîm, 2 hewanên 80 milîm, 14 roketên B-7, 3 haşve yên B-7, 7 guleyên hewanan ên 82 milîm, 26 guleyên hewanan ên 60 milîm, bombeyek destan, 20 şarjorên kleşan, dûrbîneke tangan, 1260 guleyên doçka ên 12.5, bêtêlek, 645 guleyên doçka yên 14.5, 3 dûrbînên bi roj, 4200 guleyên BKC, 5 telefon, 300 guleyên kleşê, 25 roketên hewanan, 3 wesayît (du wesayîtên doçka) û motorsîkletek.”
3 GERÎLAYAN JIYANA XWE JI DEST DAN
Hat ragihandin ku di operasyona Yekîneyên Berxwedanê de 3 gerîlayan jiyana xwe ji dest dan.
Li gor daxuyaniyê gerîlayên jiyana xwe ji dest dane ev in:
“-Avesta Harun Wan,
-Diyar Şerava (Hesen Bodik) di 2010’an de tevlî nav refên HPG’ê bûye, di sala 1987’an de li Şerava ya Efrînê hatiye dinê.
-Siyabendê Zap (Ramazan Akar) di sala 2012’an de tevlî nav refên gerîlayan bûye û di sala 1989’an de li Colemêrgê hatiye dinê.”
Di daxuyaniyê de herî dawî wiha hat gotin: “Em wek Yekîneyên Berxwedana Mexmûr soz didin li hember hemû êrîş û talûkeyên li dijî Kurdistanê heta dawiyê li ber xwe bidin, di rêya hevalên xwe yên şehîd de em ê bimeşin û dilsozê bîranîna şehîdên xwe bin.”