Yekitî çû serdana navenda YPG'ê
Yekitî çû serdana navenda YPG'ê
Yekitî çû serdana navenda YPG'ê
Nûnerên Partiya Yekİtî ya Kurd a Demokratîk li Sûriyê ku Şêx Alî sekreteriya wê dike, bi armanca pişgiriyê çûn serdana navenda YPG’ê ya li naveçeya Cindêris a Efrînê.
Heyetek ji Partiya Yekitî ya Kurd a Demokratîk li Sûriyê bi armanca piştgiriyê çûn serdanan naveda YPG’ê ya li Cindêrisa Efrînê. Şandeya ku ji Sekreterê partiyê Mihyedîn Şêx Alî û hin rêveberên partiyê yên li Efrînê pêk dihat ji aliyê Fermandarê Giştî yê YPG’ê Sîpan Hemo ve hate pêşwazîkirin.
Fermandarê YPG’ê Hemo di pêşwazîkirinê de axivî û da zanîn ku wan erka parastina herêmê daye ser milê xwe û bersiva êrîşên komên çete didin. Hemo got ku di vê mijarê de piştgiriya manewî ya partiyên siyasî û gelê herêmê gelekî girîng e.
Sekreterê Partiya Yekîtî Mihyedîn Şêx Alî jî bal kişand ser rola YPG’ê ya di parastina herêmê de û spasiya xwe peşkeş kir. Alî, destnîşan kir ku ew ê bi hemû îmkanên xwe piştgiriya YPG’ê bikin.