Konseya Yekitiya Ewropayê ku bi krîza Euroyê re rû bi rû ye, dê îro ji bo gotûbêjkirina butçeya 2014-2020 li Brukselê bicive. Hate diyarkirin ku hin welatan bûtçeya ji bo YEyê kêm kirine. Tê payin ku gotûbêjên dijwar di navbera Serokwezîrê Îngilîstanê David Cameron û Serokkomarê Franse François Hollande de çêbibin.
Heta niha tê nîqaşkirin ka dê kîjan welat çiqas tevkarî bike û dê kîjan welatn çiqas fêdeyê bide. Tê payin ku mûçeya brokratên Ewropayî yên ku salane 100 hezar euro werdigirin bê kêmkirin.
Ewropa ji bo gotûbêjkirina bûtçeya 7 salan li Bruseklê dicive. Gelek hukûmet ji ber pêkanînên pêşîlêgirtinên şidandina kemberê daxwaza birîna butçeyê dikin. Tê payin butçeya ya Yeyê 973 milyar dolar be. Welatê ku herî zêde dixwaze butçe were kêmkirin Îngilîstan e.
Civîna bilind a ji bo butçeyê dê îro dest pê bike û bazirganiya li ser butçeyê dê sibê berdewam bike. Ger lihevkirin çênebe, dê civîn jî dirêj bike.
Serokê Konseya Ewropayê Herman Van Rompuy ku pêşnûmeya butçeya 2014-2020 amade kiriye, pêşniyarên plana bûtçeyê yên Komîsyona Ewropayê teng kiribû.
Franse li dijî qutkirina bûtçeyê ya di warê çandiyê de derdikeve, welatên navîn û rojhilatê Ewropayê jî dixwaze di fona hevsengiyê de qutkirin çêbibe. Ev fonên navborî, ji bo pêşxistina bingeha welatan tên bikaranîn.
Serokwezîra Almanyayê Angela Merkel diyar dike ku ger di civîna bilind de lihevkirine çênebe, dê sala bê civînek nû ya bilind bê lidarxistin.
Ser di zêdekirina mezaxtinê de were israrkirin, Serokwezîrê Îngilstanê David Cameron dê karta xwe ya vetoyê ku di berîka wî de amade ye derbixe. Cameron piştgirya herî xurt ji Holanda û Swêdê werdigire.
Ger di civîna bilind a li Brukselê de lihevkirinek çêbibe jî, divê ev yek ji aliyê Parlementoya Ewropayê ve jî were erêkirin.
Ger lihevkirinek çênebe û bûtçe neyê erêkirin, dê bûtçeya 2013 biçe ser bûtçeya 2014.