Yekitiya Ewropa (YE) ku di krîzê de kete sala 2012, di nava vê salê de 7 civînên bilind li dar xist û ev yek jî nîşan da ka ev krîz ji bo dahatûya yekitiyê çiqas xeter e. YE’ya ku hema bêje şev û roj di vê salê de bi krîza aborî re rû bi rû ma, li gel hemû manîplasyonan, hewaya sala 2013 jî “ne diyar” e.
Krîza aborî ya sala 2010 li Yewnanîstanê xwe da der û belav bû, sala 2012 hate rewşeke wisa ku pereyê Yekitiya Ewropa (YE) û heta hebûna YE’yê bi xwe jî hate nîqaşkirin. Di vê salê de sê welatên ku ji bo yekitiyê xwedî girîngiyek mezin in Yewnanîstan, Spanya û Îtalya, xeteriya wan ji bo YE û polîtîkayên li hemberî van welatan hatin gotûbêjkirin. Ji ber vê krîzê li Ewropayê pêşketin hêdî bû û pere jî nirxê xwe wenda kir.
RÊJEYA REKOR A BÊKARIYÊ Û PROTESTO
Di aboriya Yekitiyê de ji sedî 0,3 hêdûbûnek çêbû, li Herêma Euroyê ku bû navenda krîza aborî jî ji sedî 0,4 çêbû. Rêjeya bêkariyê ku li seranserê YE’yê ji sedî 10 bû, di meha mijdarê de gihişt 10,7ê. Ev rêjeya ku li Herêma Euroyê ji sedî 10,7 bû, gihişt ji sedî 11,7. Bi taybet Spanya û Yewnanîstan bi rêjeya ji sedî 26,2 û 25,4 xeteriya bêkariyê ya li parzemînê bi aşkereyî nîşan da. Ev rêje li Awusturya û Luksemburgê jî gihişt 4,3 û 5,1.
Krîza aborî ya ku 2010 li Yewnanîstanê dest pê kir û li welatên din belav bû, hema bêje gotûbêjkirina belavbûna Yekitiya Ewropayê anî rojevê û li gelek welatan polîtîkayên şidandina kemberê zêde bûn. Di serî de Yewnanîstan, Spanya, Portekîz û Îtalya, li gelek welatên din lêçûnên gelemperiyê hatin kêmkirin û mûçe hatin kêmkirin. Li hemberî van polîtîkayan YE’yê soza krediya 130 milyar da Yewnanîsanê û di hezîranê de jî soza 100 milyar Ewro da Spanyayê.
Van polîtîkayan rê li ber nerazîbûnên dijwar vekirin. Yewnanîstan bû navenda sereke ya xwepêşandanan, li Spanya, Îtalya û Portekîzê grevên giştî pêk hatin û gel li van welatan hişyarî dan hukûmetên neteweyî û yekitiyê.
JI BO BANKAYAN KONTROLEK DIJWAR
Fona Stabîlîteya Fînansî ya Ewropayê (EFSF) ku ji sala 2010 ve nîqaş li ser tê kirin û heta niha bi encam nebûye, bi Mekanîzmaya Stabîlîtîte ya Ewropayê (ESM) re bû yek. Di mehacotmehê de ESM ji aliyê welatên endam ve hate erêkirin û dê ji ber krîzê 700 milyar euroyên welatên endam di bankayan de hebin.
Wezîrên aborî yên Herêma Euroyê meha berfanbarê biryarrek dan û li gorî vê biryarê dê bankayên li Herêma Euroyê yên ku ji 30 milyar euroyî zêdetir pereyê wan hene, dê bikevin bin çavdêriya ESM’ê. Ev biryar dê di adara 2014 de bikeve meriyetê û bi vî awayî dê banka bikevin bin kontrolê.
KRÎZA BUTÇEYÊ YA 2014-2020 JÎ TALOQ BÛ
Mijareke din a girîng a YE li ser rawestiya, butçeya 7 salî ya YE’yê bû. Butçeya 1 trîlyon û 7 milyar Euro diviyabû di navbera salên 2007-2013 de bihata biryarkirin. Lê ji ber nîqaşêndijwar ên ku di civîna bilind a YE’yê ya ku meha mijdarê de pêk hatin, ev mijar jî taloqê saleke din hate kirin.
Serokwezîrê Brîtanya Davîd Cameron pêşniyara 973 milyar ya Komîsyonê ku xwest tansiyonê daxîne û bi daxwaza ku butçeya trîlyonek Û 61 mîlyar Euro ya ku Komîsyona YE’yê pêşniyyar kiribû daxîne 886 mîlyorî, qebûl nekir. Lîderên Fransa û Îtalyayê ku herî zêde ji fona çandiniyê fêdeyê digirin îtîraz kiribûn. Li dijî vê piştgiriya herî mezin ji bo Cameron ji Serokwezîra Almanyayê ji Angela Merkel hatibû. Hate zanîn ku Merkelê gotiye peymaneke bê Brîtanyayê an jî peymaneke li dij Brîtanyayê nayê qebûlkirin.
Di sala 2012’an de bûyereke din ya ku herî zêde hat nîqaşkirin girtina Xelata aştiyê ya Nobelê ya YE’yê bû. YE bi hinceta ku ‘Ewropayê ji Parzemîna şer veguherînin parzemîna aştiyê’ hêjayê xelatê hat dîtin û balkêş bû ku ev di dema ku êdî yekitiyê harmoniya xwe din av xwe de wenda kiriye de pêk hat
Sekna bê bandor ya YE’yê ya di qada navnetewî de îsal jî berdewam kir. Ji 2009’an heta niha ku Nûnertiya Bilind ya Karê Derve û Ewlehiyê ya YE’yê heye, ji ber krîza ku heye îsal polîtîkaya zelal û hevpar ya li dijî hêzên Rûsya, Çîn û DYA’yê ava bike tune bû. Bi salên dirêj ji ber daxwazên sereke yên endamên xwe ji ber siyaseta parçekirî ya navnetewî Nunera Peywendiyên Derve ya YE’yê Catherine Ashtone hat rexne kirin û fonksyona wî qet nema.
YE, di krîza Suriyeyê de jî polîtîkaya ku gelek welatên endamên wê şopand û di meha Mijdarê de Koalîsyona Netewî ya Suriyeyê ku li Qeterê hat îlankirin weke ‘Nûnerê Rewa ya Gelê Suriyeyê’ qebûl kir. Derbarê krîzê de jî dîsa yek bi yek berjewendiyên welatên endam ket dewrê.
Her wiha YE’yê diyar kiribû ji bo 2 milyon welatiyên Suriyeyê ku ji cih û warên xwe hatin kirin 130 mîlyon Euro xerc kiriye, lê nayê zanîn ku ev alîkarî ji bo kê û çawa hatiye xerc kirin.
BERFIREHBÛN DÊ BIDOME
Herî dawî di 2007’an de Romanya û Bulgarîstan jî tevli bibû, endamtiya YE’yê 27 bû û tê payîn ku di yekê tîrmeha 2013’an de bi tevlibûna Hirvatistanê dê bibe 28. Gelê Hirvatîstanê di meha çile de bi referandumê endamtiya YE’yê qebûl kiribû û divê endamên welat jî yek bi yek erê bike.
Hikûmeta AKP’ê muzakereyên tevlibûnê aniye asta rawestandinê û ji bilî Tikriyeyê, pêvajoya muzakereya endamatiya ji bo YE’yê a Sirbistan, Karadag, Makedonya û Îzlandayê didome.
2013 NE HÊSAN E
Di 2013’an de rewşa YE’yê dê hinekî jî mijara pêkanîna referanduma li Yewnanîstanê tê ferzkirin û xeta xetereyê ya ku welatên mezin ên wekê Îtalya û Spanya di bin de ye dê diyar bike. Di 2012’an de pirgirêka butçeyê ya nehat çareserkirin dê îsal jî ji nûve rê li ber krîzên pêk bên vebike. Brîtanya kul i herêma Euro cih nagire ji vekişandina yekitiyê bigie gelek tişt anîbû ziman. Jixwe ya zehmet jî ew bû ku YE’yê li dijî daxwazên îngîlzan şensê wan yê bazarê kêm dibû.
Yewnanîstanê di salekî de du hilbijaratinên giştî pêk anî. Di krîza Euro de ya ku herî dawî li Îtalyayê wenda kir jî serokwezîr Marîo Montî bû. Montîji ber ku partiya Sylvîo Bersulconî piştgiriya xwe da alî, istîfa kir û di meha adarê de Berlusconî endamtiya xwe aşkera kir.
Almanya jî di vê payîzê de diçe hilbijartinê û tê payîn ku Alman bi hikûmeta xwe ya nû re îsal di riya ku YE’yê biryara wê girtiye de biçe.