Yekîtiya Odeyên Êlihê: Bila kujerên Îşbîlîran aşkere bikin

Yekîtiya Odeyên Êlihê: Bila kujerên Îşbîlîran aşkere bikin

Yekîtiya Odeyên Esnaf û Sanetkarên Êlîhê, kuştina 2 welatiyên di gulebarandina polîsan de li Geverê jiyana xwe ji dest dan, şermezar kir. Yekîtiya Odeyan, diyar kir ku ewê li têkoşîna hevalên xwe esnafkar Îşbîlîran xwedî derbikevin û bang li hikûmetê kir ku zûtirîn demê kujeran aşkere bikin. BDP jî xwest her kes sibê tevlî meşa wan bibin. 

Yekîtiya Odeya Esnaf û Sanatkarên Êlihê ji bo qetilkirina Mehmet Reşit Îşbîlîr û Veysel Îşbîlîr ên ku di 6’ê kanunê de li Geverê ji aliyên polîsan ve hatin qetilkirin, li avahiya xwe bi daxuyaniya çapemeniyê şermezar kirin. Di civînê de Serokên Odeyan û endamên wan amade bûn. Di civînê de despêkê Serokê Odeya Esnaf û Sanatkarên Êlîhê Ubeyît Akyildiz axivî û bal kişand ser pêvajoya ji aliyê Rêberê PKK Abdullah Ocalan ve hatiye destpêkirin. Akyildiz, da zanîn ku ev nêzî saleke ji ber ku pevçûn û kuştin ne hatine jiyandin ji aliyê her kesî ve erînî hatiye dîtin û ji bo heremê pêşketinek baş bûye. Akyildiz, anî ziman ku pêvajoya aşitiyê heya niha tenê ji aliyê gelê Kurd bi yek alî hatiye meşandin û wiha got: “Lê dema ku lê tê nêrîn pêvajoya çareseriyê û aşîtiyê ji aliyê provakatoran ve tê sabote kirin. Carek din jî li Geverê hate xuya kirin ku carek din kesê çareseriyê naxwazin li ser karin. Em ji malbat û gelê Kurd re sersaxî dixwazin.” 
Piştî Akyildiz, Serokê Yekîtiya Odeya Esnaf û Sanatkarên Êlihê Hadî Bogadir jî daxwiyanî xwend. Bogadir, diyar kir ku li gel li heremê hêviyên aşîtiyê û çareseriyê dihatin pêşwazî kirin û got ku lê hinek kes li ser karin û naxwazin ev pêvajo li pêş bikeve. Bogadir, bal kişand ser hovîtiya polîsan a li Geverê û wiha got: “Ev qatliyama ku hatiye kirin wek qatliyama Roboskiyê di taritiyê de bila nayê veşartin. Em bang li hikumetê dikin ku bila demek beriya demekê kujer werin dîtin û ji wan hesap bipirsin.” 
SIBÊ MEŞEK MEZIN TÊ LI DARXISTIN
Li aliyê din têkildarî qetliyama li Geverê hate jiyandin dê sibê di pêşengiya rêxistina BDP’a Êlihê û nûnerên saziyên civakî yên sivîl de meşek girseyî bê li darxistin û pişt re daxuyaniya çapemeniyê bê dayîn. Meş sibê saet di 13.00’an de ji ber avahiya şaredariya Êlihê heta Kûçeya Hûnerê dê bê li darxistin. BDP, bang li gel û derdorên demokratxwaz kir ku sibê tevlî meşê bibin.