Yekîtiya Star: Cih û warên xwe neterikînin

Yekîtiya Star: Cih û warên xwe neterikînin

Kordînasyona Yekîtiya Star komkujiya li Şamê şermezar kir û da zanîn ku hêzên derve yên ku piştgiriya muxalefet û rêjîmê dikin şirîkên komkujiyan e. Yekîtiya Star bang li welatiyên kurd kir ku dest malên xwe bernedin û xwedî li welatê xwe derkevin.

Kordînasyona Yekîtiya Star der barê bûyerên dawî yên li Rojavayê Kurdistanê û Sûriyê de daxuyaniyek nivîskî weşand. Di daxuyaniyê hate gotin ku êrîşên li Sûriyê gihiştiye asta ku hêzên şerê hev dikin madeyên kîmyewî bikar bînin û hate gotin ku komkujiya li herêma Xûta ya Şerqî ya li paytexta Suriyê Şamê pêk hatiye, vê yekê baş diyar dike. Di daxuyaniyê de sersaxî ji malbatên qurbaniyên komkujiyê hate xwestin û êrîşa li dijî sivîlan hate şermezarkirin. Di daxuyaniyê de ji saziyên peywendîdar hate xwestin ku di zûtirîn demê de lêpirsînê bidin destpêkirin ku rastiya komkujiyê ronî bibe.

Di berdewama daxuyaniyê de hate bibîrxistin ku ne tenê hêzên rêjîmê û muxalefeta Sûriyê, hêzên derve yên ku piştgirtiya van hêzan dikin jî şirîkên komkujiyan e. Di daxuyaniyê de hate gotin ku piştgirtiya hêzên derve ya ji bo rêjîmê û muxalefetê dibe sedema dijwariya şerê li Sûriyê. Di daxuyaniyê de bang li hemû hêzên ku piştgiriya leşkerî û aborî didin rêjîmê û muxalefetê hate kirin ku dest ji vê yekê berdin.

Di daxuyaniyê de hate bibîrxistin ku herêmên Rojavayê Kurdistanê ji beriya mehekê ve rastî êrîşên komên çekdar tên û wiha hate domandin: "Ev komên ku bi navê Îslamê êrîşan pêk tînin û kuştina kurdan helal dikin, ji îslamê dûrin û ti têkiliya wan bi îslamê re tine ye. Ev komên behsa mijarê di xizmeta dijberên şoreşa Sûriyê de ne."

Di daxuyaniyê de hate destnîşankirin ku êrîşên li dijî gelê kurd tê wateya êrîşên li dijî hemû jinên ku ji destpêka şoreşa li Sûriyê ve cihê xwe di hemû qadên xebatên de girtine û hemû Şoreşa Sûriyê pêk tên.

Di daxuyaniyê de hate gotin ku vekirina riya li ber koçberiya jî tê wateya hedefgirtina jina ku ji herkesî zêdetir ji koçberiyê ziyanê dibîne.

Di dawiya daxuyaniyê de siyasetên valakirina herêmên kurdî hate şermezarkirin û bang li jin, zarok, kal û hemû şêniyên herêmê hate kirin ku malên xwe terk nekin û ev tişt hatin gotin: "Em ê li ber xwe bidin û em ê pariyê nanê xwe di nava hev de parve bikin. Em ê ji bo jiyana bi rûmet tevbigerin û hemû planên valakirinê yên li dijî herêmê vala derxînin. Banga me li hemû gelê me ew e ku piştgiriya hêzên YPG’ê bikin."