Yekîtiya Star: Divê her jinek di saziyên netewî de cihê xwe bigire

Yekîtiya Star: Divê her jinek di saziyên netewî de cihê xwe bigire

 Kordînasiyona Yekîtiya Star di derbarê civîna xwe de ya berfireh de ya di 3’ê vê mehê de hatibû lidar xistin, daxuyaniyek nivîskî weşand. Di daxuyaniyê de hate desnîşankirin di civîna berfireh de rewşa Sûriyê, Rojavaya Kurdistan, piştgiriya YPG-YPJ  û ava kirina civaka demokratîk û exlaqî hatiye nîqaş kirin.  

Di daxuyaniyekî nivîskî Kordînasyona Yekîtiya Star ragiyand wan di 3’ê Cotmehê civîna xwe ya berfireh lidarxistine. Di daxuyaniyê de hate desnîşankirin di civîna berfireh de rewşa Sûriyê, Rojavaya Kurdistan, piştgiriya YPG-YPJ  û ava kirina civaka demokratîk û exlaqî hatiye nîqaş kirin.  Di daxuyaniyê de hate gotin: “ Cinvîna berfireh ya Koordînasiyona Yekîtiya Star bi beşdariya hemû Meclîsên Jinan li herêma Cizîrê di 3’ê Cotmeha 2013’an hate lidarxistin. Di civînê de li ser rewşa dawî ya siyasî Rojavaya Kurdistan û Sûriyê û şerê li hemberî Rojavayê Kurdistanê û rewşa rêxistinî di civînê de hate nirxandin.”

Di berdewama daxuyaniyê de hate gotin: “Li ser vê bingehê di civînê de hate çespandin ku ji ber siyasetên çewt ku ji aliyê hêzên derve û herêmî ve tê meşandin, rewşa Sûriyê aloztir bûye. Ev êrîşên li dijî Rojavayê Kurdistanê wek encama van siyasetanin û bi zanebûn ji hin aliyan ve tê meşandin, bi armanca têkbirina şoreşa Rojavayê Kurdistanê û pêşerova gelê Kurd e.”

Her wiha di daxuyaniyê de hate eşkere kirin ku hin aliyên siyasî yên Kurd cihê xwe di van pilanan de digirin. Her wiha ji ber ku ji hin dewletan sozên erzan girtine û dûrî berpirsiyariya dîrokî ye.

Di daxuyaniyê  de bal kişandin ser ambargoya aborî ku Hikûmeta Başûrê Kurdistanê berdewam dike û daxuyaniya Serokatiya Başûr jî di derbarê komkujiya Tileran û Tilhasilê ve hesta netewî kêm dike û komên çete xurt dike. Her wiha ji bo vala kirina Rojavayê Kurdistanê ji welatiyên wê bingehek ava dike.

Her wiha di daxuyaniyê de berxwedana YPG’ê pîroz kirin û wiha gotin: “Berxwedana bê hempa ku YPG/YPJ’ê  û hêzên Asayîşê li dijî çeteyan pîroz e. Bi rihê fedayî yê ku ciwanên gelê Kurd dane nîşan kirin û herêm ji komên çete parastin. Ji ber vê yekê jî biryar di civînê de hate girtin ku divê YPG/YPJ’ê û hêzên Asayîşê bêtir were xurtkirin û ji bo berxwedana wan xurtir bibe û bigihîne serkeftinê divê piştgiriya madî û manewî ji wan re were dayîn.”

Di daxuyaniyê bal hate kişandin ser fetweyên çeteyan û wiha hate gotin; “Fetweya dawî ya ku ji hin aliyan ve hate derxistin ku têde dibêjin zewaca jinekê di nav çeteyan de bi gelek mêran re cîhad e û bi sewab e. Di civînê de ev fetwe bi serê xwe li dijî jinan êrîş û komkujiyek e. Bi riya vê fetwê gelek jinên Ereb bi hovane hatin bi kar anîn.” Di civînê de bang li rêxistinên jinan, demokratîk û Îslamiyên rast hate kirin ku li dijî wan karên qirêj derbikevin.

Di daxuyaniyê de hate xuya kirin di civînê de li ser pêwîstiya pêşxistina şêwazê rêxistina jinan hate rawestandin. Divê her jinek di saziyên netewî de cihê xwe bigire. Piştre hate destnîşankirin ku piştî salekê ji şoreşê tevî astengiyan û rewşa şer, Yekîtiya Star diyar kir ku pileya xwekujiyê di nava jinan de gelekî kêm bûye ev jî tê wateya serkeftina Yekîtiya Star.

Derbarê îşkenceya li ser jinan di daxuyaniyê de  wiha hate gotin: “Ji bo ku ji binî de ev rewş ji ser jinan rabe, divê bê rawestandin ji bo pêşxistina jinan û demokratîkbûnê û wekheviya jin û mêran kar were meşandin. Pirojeyên taybet bi jinan werin ava kirin û ji bo pêkanîna vê yekê yekîtiya jinan pêwîst e. Ji bo Meclîsên jinan bi karê xwe rabin, ji bo sererastkirina Meclîsên jinan û ava kirina wan biryar hatin girtin.

“Şervanên jin ên ku di nav refên YPJ’ê de ji bo parastina welat û nirxên gel jiyana xwe ji dest dane, ji bo me efsane û manîfesto ava kirin. Wek Yekîtiya Star rola xwe di ava kirina saziyên netewî li Rojavayê Kurdistanê rabû. Dê karê xwe bi hemû derfetên xwe berdewam bike, her wiha ji bo ava kirina civakeke demokratîk û exlaqî û li hemû welatiyên ku penaber bûne ji bo vegerin welatê xwe û parastina wê bikin bang hate kirin.”