Yekîtiya Star: Newroz wê bibe azadiya Rêber Apo

Yekîtiya Star: Newroz wê bibe azadiya Rêber Apo

Rêxistina jinê ya Rovayê Kurdistanê Yekîtiya Star diyar kir ku, Newroza îsal wê bi rengê jina azad were xemilandin û bibe Newroza azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan.

Yekîtiya Star bi boneya cejna Newrozê daxuyaniyek nivîskî weşand. Di daxuyaniya ku Cejna Newrozê li Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, girtiyên siyasî û gel hate pîrozkirin de, li ser dîroka Newrozê û wateya wê ya ji bo gelê Kurd hate rawestîn. Di daxuyaniyê de hate diyarkirin ku, beriya zayînê di sala 612’an de Mediyan li dijî zulma Dehaqan serî hildaye û di 21’ê Adarê de bi ser ketine, lewre jî Newroz bûye roja azadiyê û cejna netewî ya gelên Mezopotamyayê.

Di berdewama daxuyaniyê de hate destnîşankirin ku, ji hilweşandina Konfederasyona Medya û heta neha hin gelên Rojhilata Navîn di bin zulma hêzên desthilatdar û dîktator de dijîn û wiha hate gotin: “Tevî gelek hewldan û bedelên mezin jî gelên Mezopotamyayê nikarîn azad bibin. Bi taybetî gelê Kurd rastî hemû siyasetên tunekirin û asîmîlasyonê hatin, zindanên hêzên faşîst ji kurdan hatin tijekirin û hemû rêbazên tundiyê li dijî wan hatin bikaranîn.”

Di daxuyaniyê de bal hat kişandin ku tevî vê yekê jî gelê Kurd dest ji berxwedana xwe bernedaye û ji mafên xwe yên rewa gav paşde neavêtine û ev tişt hatin gotin:  “Mazlûm Dogan, Zekiye Alkan û Rehşan Demîrel agir berdan bedena xwe û nehiştin agirê Newrozê were vemirandin. Her wiha Silêman û 4 ciwanên bi navê Mihemed di Newroza salên bihorî de li Qamişlo û Reqayê bi destê Rêjîma Bass a dîktator hatin qetil kirin.”

Di daxuyaniyê de li ser rola jinê ya di têkoşîna azadiyê de hate rawestîn û wiha hate domandin: “Jina Kurd ji roja destpêkê ve di nava têkoşînê de ye û dest ji çanda day^îktiyê bernedaye. Li dijî hemû siyasetên tunekirinê liberxwe da  û bi hemû hêza xwe ji bo parastina hebûna kurdan têkoşiyaye.”

 Di dawiya daxuyaniyê de hate diyarkirin ku, Newroza îsal bi hemû wateyên xwe wek “Cejna jinan” hatiye binav kirin û wiha hat gotin: “Newroza îsal wê bi rengê jina azad were xemilandin û bibe Newroza azadiya Rêber Apo. Her wiha wê bibe Newroza siyaseta  rêveberiya gel. “