Yekîtiya Star salvegera komploya 15’ê Sibatê şermezar kir

Yekîtiya Star salvegera komploya 15’ê Sibatê şermezar kir

Rêxistina Yekîtiya Star di salvegera komploya 15'ê sibatê daxuyaniyeke nivîskî weşand û got: '' Komploya navnetewî ya li dijî Rêberê Gelê Kurd Abdala Ocalan pêkhatibû. tevî ku  kete sala xwe ya 14’an de, hîn tecrîd û tundiya bi hemû awayî li dijî gelê Kurd û pirsgirêka wî di kesayeta Rêberê gelê Kurd tê kirin. Tundî û tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Ocalan gihişte asta îşkenceya piskolojîk û cesedî, ji aliyeke din li ser siyasetmedarên Kurd li bakûrê Kurdistanê siyaseta binçavkirinê hate kirin, li ser gêrîlayên kurda jî operosyon destpêkirin, kurdên li Ewrpayê jî ji êrîşan bê par neman û herî dawî 3'ê siyastmedarên jin hatin qetilkirin.

Li Rojavayê Kurdistanê komên çekdar yên çete, ji aliyê Tirkiyeyê ve hatin destek kirin û êrîşî gel kirin, ji bo wê em bi tundî komploya navnetewî ya ku li dijî hebûna kurdan şermezar dikin û em ji hemû hêzên ku di komployê de beşdarbûn,dibêjin bera lêborîna xwe ji gelê kurd bixwazin, ji gavên xwe yê pîlangeriyê şûnde vekişin. Her wiha em bi vê boneyê hemû şehîdên ku agirê azadiyê, bi armanca valaderxistina komployê  berdabûn canê xwe û girêdana xwe bi kesayeta rêberê gelê kurd Ocalan nîşandan bi bîrtînin û bejna xwe ji bo wan ditewînin''.  

Yekîtiya Star diyar kir ku, komploya li dijî Rêberê Gelê Kurd Ocalan di heman demê de li dijî jinane û got:'' Komploya navnetewî ya li dijî Rêberê Gelê Kurd di 15'ê sibata 1999’an de pêkhatiye, li dijî azadiya jinan jî, Rêber APO bi rengekî hestyar nêzî pirsgirêka jian dibû û bingeha azadiya jinan di hemû pirsgirkên herêm de kiriye asas. Ji pirsgirêkên heyî re nexşeyên çareseriyê yên durist ku li himber şaristaniya dewletî ya navendî ku wê karibe mirovahiyê ji zulim û tundiya hêzên dîktator yên ku îdaya demokrasiyê û mafê mirovan dikin biparêze. Komplo li dijî hemû netewên rojhilatanavîn bû, ku Rêberê Gelê Kurd ji Sûryeyê derneketiba wê şereke mezin li pey xwe hiştibaya ''.

Yekîtiya Star balkişand li ser bûyerên ku neha li herêmê dibin û geşedanên ku tên jiyan kirin dazanîn ku, bi dawîkirina komploya li ser gelê Kurd tê wateya xelaskirina gelê herêmê ji tundiyê û got: '' Di dema ku herêm rewşeke tevlîhev jiyan dike, li himber hêzên şofînist yên herêmê, li sîstemeke alternatîv digere, hêzên pîlanger bi belavkirina jehra xwe ya desthiladariyê, di nava tevgerê muxalefetê de û nîjatperestiya xwe li dijî kurdan eşkere dikin. Di heman demê de tecrîda di hindirê tecrîdê de, li ser Rêberê Gelê Kurd zêde dikin û dixwazin bi vî awayî teslîmkariyê li ser ferzbikin, her wiha têkiliyê rêbertiya me bi derve re bibirin û bi taybet ji şoreşa Sûryeyê û Rojavayê Kurdistanê dûrbixe.

Ji bo ku em karibin komployê vala derxin. Erkê her kurdê bi rûmete ku berxwedana xwe ya li dijî zulim, tundî û îxanetê dengê xwe bilind bike. Bila her kes bizane ku bidawî kirina komploya li ser gelê Kurd tê wateya ku rizgarkirina hemû gelên herêmê ji qonaxa şidet û wêranyê ye. Li ser vî esasî em di Yekîtiya Star de bang li jinan, ciwanan, rewşenbîr, hiqûqnas û hemû gelê Kurd dikin ku xwedî li Ocalan derkevin û li dijî komployê helwesta xwe nîşan bidin û tecrîda Îmraliyê bi dawî bikin heta Ocalan azad bibe''.