Yekîtiya Star: Zîhniyeta komkujî pêk anî hîn jî li ser kar e

Yekîtiya Star: Zîhniyeta komkujî pêk anî hîn jî li ser kar e

 Rêxistina jinan a Rojavayê Kurdistanê Yekîtiya Star, di duyemîn salvegera komkujiya Roboskiyê de, kujer lanet kirin û destnîşan kir ku ew ê bi serkeftina şoreşa Rojava re xwedî li bîranîna “şehîdên Roboskî” derkevin.

Kordînasyona Yekîtiya Star, bi munasebeta duyemîn salvegera komkujiya Roboskiyê ku di 28’ê kanûna sala 2011’an de ji aliye balefirên şer ên Tirkiyê ve li gundê Roboskî yê Qilabana Şirnexê hatibû pêkanîn û 34 welatiyên sivîl hatibûn kuştin, daxuyaniyek nivîskî weşand.

Di daxuyaniya ku komkujî bi tundî hate şermezarkirin de hate diyarkirin ku komkujî ji aliye desthilatdarî û zîhniyeta wê ve hatiye pêkanîn. Di daxuyaniyê de hate destnîşankirin ku zîhniyeta komkujî pêk aniye hîn jî li ser kar e û kiryar jî nehatine darizandin. Di daxuyaniyê de hate gotin ku ev hêzê wê teqez li pêşberî jinan, gelan û dîrokê hesabê bidin û wiha hate domandin:

“Hikûmeta AKP'ê ku qetilkirina Kurdan ji xwe re rewa dibîne û îro jî bûye hêlîna çete û bêrêtiyan, bi vê politikaya xwe, bi rêbazên qirêj hesabên qezençkirina hilbijartinên 2014'an dike. Hêza ku li Bakurê Kurdistanê Komkujiya Roboskî pêk anî û hêza îro li Rojava her cure destekê dide rêxistina çeteyan a bi navê Cephet El-Nûsra û bi ser Kurdan de dişîne, heman hêz e. Ev hêz çawa ku li Rojava têk çûn, li Roboskî jî mehkûmê têkçûnê ne. Têkoşîna gelê me ya birûmet û hevpar gihîştiye wê ast, zanistî û rêxistiniyê ku her cure êrîş, zext û kiryarên derveyî mirovahiyê vala derbixe.”

Di berdewama daxuyaniyê de bal hat kişandin ku bersiva herî mezin a ji bo Komkujiya Roboskî, avakirina Netewe Demokratîk e û ev tişt hatin gotin: “Yekîtiya Star, çawa ku ji Şoreşa Rojava re pêşengiyê dike, di çûyîna ber bi Neteweya Demokratîk de jî wê pêşengiyê bike û pêşeroja azad a jinan, gelan mîsoger bike.”

Di dawiya daxuyaniyê de hate destnîşankirin ku ji bo pêşîgirtina Roboskiyên nû û valaderxistina polîtîkayên kujeriyê, divê xwedî li bîranîna “Şehîdên Roboskî” bê derketin û wiha hate gotin: “Em careke din bang li tevahî jinan, derdorên demokratîk-hestiyar dikin ku bi hevbeşî xwe birêxistin bikin, têkoşîn bikin û di vê pêvajoya dîrokî de rola xwe bilîzin. Em careke din di serî de gelê me yê Rojava, ji tevahî gelê Kurd re sersaxiyê dixwazin û diyar dikin ku em ê bi serkeftina Şoreşa Rojava re li bîranîna şehîdan xwe derkevin.”