Yemenê ragihand ku rêberê duwemîn ê xebatên rêxistina El Qaîdeyê yên li nîvgirava Ereb dimeşîne Seîd El Şîhrî li başûrê welat di encama operasyonekê de hatiye kuştin.
Di daxuyaniya di malpera înternetê ya Wezareta Parastinê ya Yemenê de hat diyarkirin ku el Şîhrî tevî 6 milîtanan di encama operasyona li başûrê welêt hat lidarxistin de hatiye kuştin. Wezaretê cih neda agahiyên berfire.
Li gorî agahiyên ku çavkaniyên ji Yemenê dane BBC’yê El Şîhrî tevî 6 milîtanan, li herêma Hadrawmawtê di encama êrîşeke hewayî de hatiye kuştin.