‘Yên komkujî pêkanîn ketin sergoya dîrokê de’
‘Yên komkujî pêkanîn ketin sergoya dîrokê de’
‘Yên komkujî pêkanîn ketin sergoya dîrokê de’
Li Amed û Êlihê şaxên ÎHD'ê û xizmên windayan çalakiyên xwe yên heftane li dar xistin. Di çalakiyan de komkujiyên Dêrs’m, Zîlan, Agirî, Helebçe, Roboskî, Sêwas û Gurgumê hatin şermezarkirin û hate gotin ku kesên komkujî pêk anîn di sergoya dîrokî de ne.
Şaxa ÎHD'ê ya Amedê û xizmên windayan li Parqa Koşuyoluyê çalakiya xwe ya hefteya 214'emîn bi pankrata "Bila winda bên dîtin kiryar bên darizandin" û wêneyên kesên hatin windakirin li dar xisitn. Nora Cartînas a ku 36 sal berê kurê wê li Arjantînê hate windakirin jî tevlî çalakiyê bûn. Rêveberên MEYA-DER, TUHAD-DER, Dayîkên Aştiyê, SES û gelek kesên din jî tevlî çalakiyê bûn. Serokê Şaxa ÎHD'ê yê Amedê Racî Bîlîcî bal kişand ser komkujiya Helepçeyê û diyar kir ku, li ser vê erdnîgariyê her tim komkujî pêk hatin û wiha got: "Komkujiyên Zîlan, Agirî, Dêrsîm û herî dawî Roboskî pêk hat. Lê dawiya kesên ev komkujî pêk anîn sergoya dîrok bûn."
Rêvebera Şaxa ÎHD'ê ya Amedê Necîbe Guneş Perînçek, çîroka Suleyman Soysal ê ku di sala 1995'an de li gundê Gireçolya yê navçeya Silopiyê ya Şirnexê hate binçavkirin û hate windakirin hate xwendin û wiha got: "Leşkerekî bi navê Cem Ersever tê cem Suleyman Soysal û ji wî dixwaze ku li ser navê dewletê sîxurtiyê bike. Soysal ev yek qebûl nekir û rewş ji malbata xwe re got. Rojekê ji bo kiryariyê diçe Silopiyê. Piştî ji Silopiyê vedigere telefona mala wî lê dide. Ji hevjîna xwe re dibêje karekî lezgîn derket û derdikeve. Li gorî îfadeyên şahindan du wesayîtan riya wî birî û li wesayîta Toros a sipî kir. Piştî wê rojê tu agahî ji Soysal nehatin girtin."
Piştî daxuyaniyê çalakiya rûniştinê pêk hat.
ÊLIH
Şaxa ÎHD'ê ya Êlihê û xizmên windayan li Kolana Gulîstanê ya Êlihê ji bi heman armancê çalakî pêk hat. Rêveberên saziyan û gelek kesên din tevlî çalakiyê bûn. Serokê Şaxa ÎHD'ê yê Êlihê Osman Kunteş, bal kişand ser komkujiyên jinan û şîdeta li hemberî jinan. Kunteş diyar kir ku, di meha adarê de gelek komkujî pêk hatin û di serî de komkujiya Helepçeyê hemû komkujiyan şermezar dikin. Rêveberê Şaxa ÎHD'ê yê Êlihê Îlyas Ekîncî jî axivî û diyar kir ku ew dê têkoşîna xwe berdewam bikin.
Piştî daxuyaniyê çalakiya rûniştinê pêk hat.