‘Yên komplo pêkanîn ew bixwe têkçûn’
‘Yên komplo pêkanîn ew bixwe têkçûn’
‘Yên komplo pêkanîn ew bixwe têkçûn’
Gelê Wargeha Şehîd Rûstem Cûdî bi boneya 15’mîn salvegera komploya navnetewî a 9’ê Cotmehê ya li dijî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan nelet kirin. Di çalakiyê de Endamê Koordînasyona Meclîsa Gel a Demokratîk a Wargeha Ş. Rûstem diyar kir ku; “Yên komplo pêkanîn ew bixwe têk çûn.”
Îro di demjimêr 16:00’an de bi boneya 15’mîn salvegera komploya navnetewî ya 9’ê Cotmehê ya li dijî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li Wargeha Penaberan ya Ş. Rûstem Cûdî bi daxuyaniyekî girseyî hat şermezar kirin. Daxuyanî ji aliyê Endamê Koordînasyona Meclîsa Demokratîk ya gelê Wargehê Cîhan Eren ve li saziya Çand û Huner hat kirin.
Di çalakiyê de pankartên weke “Em komploya 9’ê Cotmehê şermezar dikîn”, “Em Rêber Apo azad bikîn û dawî li qirkirênê bînîn”, “Emê roja reş bi têkoşîna jin û ciwanan rûnî bikîn” û posterên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û alên PKK’ê, KCK’ê û KJB’ê hatin hilgirtin. Her wiha di çalakiya şermezar kirinê de sloganên “Bijî Serok Apo”, “Em komploya 9’ê Cotmehê şermezar dikîn” û “Bimire hêzên komploger” qêrkirin.
Di çalekiya şermezarkirinê de Endamê Koordînasyona Meclîsa Gel a Demokratîk a Wargeha ş. Rûstem Cûdî Cîhan Eren komplo şermezar kir û wiha berdewam kir: “ Beriya 15 salan hêzên desthilatdarên dagirker ku dixwestin bi komployekê di kesayeta Rêber Apo de li hemberî hemû gelê Kurd vîna wî ya azadiyê ji dest derbixin û mehkûmî koletiyê bikin. Weke beriya 15 salan gelê wargehê bi dijî derketina li hember vê komployê bi hemû cure çalakî û xwepêşandan kirin, li tevayê cîhanê jî gelê Kurd li dijî vala derxistina komployê rabûn ser piyan. Her çendî ku hêzên ev komplo bi îtifaqekî navnetewî ya dewletên dagirker pêk anîn û armanca wan dîl girtina vîna gelê Kurd bû jî, lê bi ser ne ketin. Dagirkeran ne karî bi vê komployê bigehin armanca xwe. Di dema ku komplo pêk hat û şûnde gelek hêzên hevkar yên komployê gotin vaye PKK’e têk diçe. Gelê Kurd cardin ji vîna xwe ya azadiyê dûr dikeve. Gelek hêzên din ên hevkarên komployê gotin ku, ‘Vaye me rêberê wan girt, wê perçe bibin û belav bibin’ lê ne karîn bigehin vê armanca xwe. Rêber Apo ti carî dest ji têkoşîna xwe ya azadiyê ne berda û nehişt komplo bigehe armanca xwe.”
‘YÊN KOMPLO PÊKANÎN EW BIXWE TÊKÇÛN’
Eren ku di berdewamiya axaftina xwe de bal kişande ser pêvajoya 15 salan ya komployê û berxwedan û têkoşînên gelê Kurd yên pêş dikeve û tek çûna hêzên komploger. Eren wiha got: “Yên komplo pêkanîn ew bixwe têk çûn. Ew bi xwe yek bi yek bûn perçe û winda bûn. Mînakên vê yên pir zelal jî hene. Yên din jî heya roja îro xwe di avêjin ber piyên Serok û ji bo çareseriyê hêviyan ji Rêber Apo dikin. Di vê pêvajoya 15 salên ku bi ser komployê re derbaz bûn, heya niha hêzên dagirker û komplo ger têkçûn. Hemû pilanên wan rûxiyan. Gelê Kurd qezenc kir. Têkoşîna ku îro gelê Kurd dimeşîne di asta xwe ya herî nêzî azadiyê de ye. PKK û hemû rêxistinên Kurd hîn xurtir û bi hêztirin. Hêza Rêber Apo ya çareseriya pirsgirêka Kurd, hemû komplû vala derxistin.”
Eren ku di dawiya axaftinên xwe de bangewaziya bilind kirina têkoşînê da û wiha got: “ Çawa ku beriya 15 salan gelê me li dora Rêbertiya xwe bûne xelek û ne hiştin ku komplo bigehe armanca xwe, xwedî vîna xwe ya azadiyê derketin. Pêwiste îro jî bi heman şêwe û rêxistinê, gelê me bi şêweyekî hîn bi hêztir û bi biryartir ji bo azadiya Rêberê Apo têkoşîn bikin. Ji ber azadiya Rêber Apo azadiya hemû gelê Kurde. Pêwîste li hemû qadan û hemû demê em vê erka xwe bi cih bînîn. Pêwîste em xwedî li Rêbertiya xwe, şehîd û rûmetên xwe derbikevin. Ew erka şehîdên me daye pêşiya me pêwîste em bicih bînîn.”
Di dawiya daxuyaniyê de girseyê bi hev re sloganên “Kesek nikare roja me tarî bike”, “bimire hêzên komploger û dagirker” qîr kirin.