Li Yewnanîstanê gel li hemberî şertên ku di dayîna alîkariya ji bo Spanyayê de, ji wana wan nehat pêşkêşkirin, hêrs bûye. Li gorî partiyên çepgir jî, rewşa li Spanyayê pişta Yewnanîstanê qayîmtir dikin.
Yekitiya Ewropayê di alîkariya daye Spanyayê de tawîz da. Ev yek li rastî nerazîbûna gelê Yewnanîstana ku hema bêje ji ber krîza aborî serxwebûna wê ketiye metirsiyê, hat. Tevgera çepgir Syriza ku tu tê payîn di hilbijartina hefteya pêş de dengên zêde werbigire, ji YE’yê dixwaze şert û mercên danîne pêşiya Spanyayê, deyne pêşiya Yewnanîstanê û bi heman awayî alîkarî jî bide Yewnanîstanê.
Ji bo rizgarkirina bankayên Spanyayê, YE’yê 100 euro şand ji bankayên Spanyayê re. Koordînatorê Aboriyê yê tevgera Syriza Gabriel Sakelaridis hefteyek beriya hilbijartinên li Yewnanîstanê daxuyaniyek da û diyar kir ku alîkariya ji bo Spanyayê hat dayîn, pişta me jî qayîm dike û xwest alîkariya ji bo Spanyayê tê dayîn, ji bo Yewnanîstanê jî bê dayîn..