Berdevkê Wezareta Karê Derveya Yewnanîstanê Gregory Delavekuras, bersiv da sûcdariyên çapemeniya Tirk ya êdî sînoran nas nake ya li hemberî PKK’ê. Delavakuras da zanîn ku propagandaya ku çapemeniya tirk dimeşîne êdî bûye ‘qerfî’ û got “êdî mirovan bêzar dike.”
Delavekuras daxuyaniyek nivîskî da û wiha got: “Çapemeniya Tirk her roj di nûçeyên xwe de îdia dike ku li Yewnanîstanê PKK perwerdeyê dibîne. Ev rastiya wê tune. Ev propagandaya derew êdî sînor derbas kiriye û bûye qerfî.”
Di daxuyaniyê de wiha hat gotin: “Ez rewş ji gumanbûnê derketiye û êdî hatiye asta bêzarkirinê. “
Çapemeniya tirk bi taybetî piştî wergerandina pirtûkan Serokê Konsey Rêveber a KCK’ê Murat Karayilan a bi navê ‘Anatomiya Şerekî’ li Yewnanî dest bi kampanyaya dij-propangandayê kir.