Ekonomîstê xwediyê xelata Nobelê Paul Krugman ragihand ku ger Yewnanîstan di herêma pereyê hevpar ê Ewropayê Euro de bimîne, “ez ê matmayî bibim.”Krugman diyar kir dema îzmekirina Peymana Maastrich, ya sala 1992’ê êdî nikarin pêşî li krîza YE’yê bigirin û got ku ji ber ku Gordon Brown Îngilîstanê ji derveyê Euroyê hiştiye, divê peykerê wî li Qada Trafalgarê bê danîn.
Ekonomîstê navdar Krugman ji rojnameya The Independentê re axivî û diyar kir ku dê krîza li YE’yê bibe sedem ku Bankayên Navendî yên Ewropayê alîkariya ji bo bankayên Yewnanan bibire û ji ber wê jî dê Yewnanîstan di salekê de dest ji Euroyê berde.
Krugman destnîşan kir ku ger Yewnanîstan ji herêma euroyê derbikeve, dê şansê wê ya rizgarbûna ji krîzê zêdetir bibe û got ku piştî Yewnanîstanê dibe welatên din ên di krîzê de derketina ji euroyê bînin rojevê.
Ekonomîst Paul Krugman ragihand ku tu berpirsên aşkere yên vê krîza li Euroyê tune ne û got ku nêrîna Yekitiyê bi xwe jî bi pirsgirêk e. Krugman ragihand ku mirov di roja îro de nikare ji krîza aboriyê bireve.