YGK’ê komploya 15’ê Sibatê şermezar kir
YGK’ê komploya 15’ê Sibatê şermezar kir
YGK’ê komploya 15’ê Sibatê şermezar kir
Yekitiya Gaziyên Kurdistanê (YGK) bi boneya salvegera komploya navneteweyî ya li dijî Rêberê Gelê Kurd pêk hat daxuyaniyek weşand û komlpoyê şermezar kir.
YGK’ê got: “Di demeke ku li Rojhilata Navîn Mêtingerî li pey berjewendiyên sermaya kapîtal in û ji bo wê her riya ku jê re rê vedike serî lê didin de, her roj dîsa xwîn dirije, dixwazin komploya li ser Kurdan careke din bixin meriyetê, naxwazin Kurd jî bibin xwedî statu, ji bo wê jî planên nu li ser tevger û gelê me çê dikin, bi navê bihara ereban ketlîama ereban tê ferzkirin, em 14. Salvegera Komploya Navneteweyî pêşwazî dikin ku dem dema Em azadiya Rêber APO dixwazin misoger bikin wê bibe bersiva Komplogerên ketî. Jixwe tê dîtin komplogerên ku ji bo Rêbertiyê dîl bigrin destê xwe dabûn hev du anha her yek ji bo berjewendiya xwe li hev ketine ew têkilîû muttêfîkî xerab dibin. Wer diyar e ku Şerê Cihanê yê Sêyemîn ji zu ve dest pê kiriye. Lê vê carê Kurd hişyar in, bi komployên wek peymana Skyes Picot naxapin, Bi saya Rêber APO Kurd li Rojhilata Navîn bûye pêşengê guhertinên şoreşgerî.”
Daxuyaniya YGK’ê wiha didome: “Di rastiyê de komplo taybetmendiyeke kirêt e û rêyek herî rezîl ê mêtingeran e. Gelê Kurd û militanên PKK’ê ti caran vê komployê wê jibîr neke. Ji ber ku komplo di şexse Rêber APO de li ser gelê me, PKK û mirovatiyê hate bipêş xistin. Em xwe wek şopdariya civaka xwezayî binav dikin, di rastiyê de ev komplo li ser civaka xwezayî, li ser civaka exlaqî-polîtîk hatiye bipeş xistin. Yên ku vê rêbazê bikar tînin jî xwe dispêrin zilamê xasuk ê şaristaniya mêtingêr a navendî bipêş xistine. Taybetmendiya zilamtî di esas de tam jî ev e. Komplogerî, fesadî, plangeriyên qirêt. Çawa ku xwedayên di panteonan de ji bo Tiamat têk bibin kurê wê yê bi navê Mardok birêxistin dikin û bi ser Tîamat de dişinin, nişanî me dide ku komplogerî taybetmendiyeke şaristaniyê 5.000 salî ye û yen ku bipeş dixin jî Zêhniyeta zilamtiyê yanî koletiyê li ser civakan ferz dikin in. Sparteka komplogeriyê zilamtiya koledarî ferz dike, dixwaze civaktiyê xerab bike, nirxên civakê desteser bike ye.
Mêtinger her çiqas êrişên xwe bi konsepteke NATO’warî ku bi ketlîama Parîsê Em planên wan yên nu yên komplogerî dibînin, bi ser me de bîne jî parastina ku Rêber APO bi bîr û baweriyê daye avakirin wê hemu planan vala derxe çawa ku komplo vala hate derxistin. Plangeriyên hêzên mêtinger hemu deşifre bûne bi zekaya Rêber APO û giredanbûna gel û militanên PKK’ê bi Rêber APO re, komploya ku 13 saleen xwe li pey xwe hiştin dikeve sala 14’an bi rihee fedaii uu xwesteka azadiyê di asta lutke de vala hatiye derxistin. Komploger planê pirr baş xistibuun dewrê, armanc di şexse Rêber APO de tunekirina gelee Kurd bû. Ew ne li bendê bûn ku komplo negihije armanca xwe. Lê Rêber APO bi pêşbiniya xwe û hêza ku di militanên PKK’ê uu gelê Kurd de avakirî çi komplo pêşbikevin bila pêşbikevin wê yên ku azadiyê esas digrin, ji berxwedanê natirsin, ji êrîşan natirsin biser bikevin. Lê di vê pêvajoyê de divê em hişyar bin, li hemberî planên nu yên metingeran bihişyarî tevbigerin, ne dur e Azadiya Rêber APO û Kurdistana Xweser. Em li ser navê Yêkîtiya Gaziyên Kurdistanê careke din Komploya Navneteweyî ya 15’ê Sibatê bi lanet şermezar dikin û dibejîn Azadiya Rêber APO Azadiya civaka xwezayî civaka exlaqî-politik e ji bo wê jî em sala 2013’an bikin saleke têkoşinê ji her salî xurttir.”