YGK: Newroz, roja berxwedan û serketinê ye
YGK: Newroz, roja berxwedan û serketinê ye
YGK: Newroz, roja berxwedan û serketinê ye
Yekîtiya Gaziyên Kurdistanê bi munasebeta 21’ê Adarê Cejna Newrozê daxuyaniyek weşand.
Yekîtiya Gaziyên Kurdistan, di peyama xwe ya Newrozê de bal kişand ser girîngiya meha adarê ku di vê mehê de gelek rojên girîng û watedar hene.
YGK’ê got: “Meha ku herî zêde bi wate û tijî ADAR e. Her roja xwe bi wate û giringî hildigire. Wek têkoşîna li hemberî zilamtiya desthilatdar û mêtinger roja 8’ê Adarê ku îsal li ser navê şehîdên mezin Sakine Cansiz, Leyla Şaylemez û Fîdan Dogan hatin pîrozkirin komploya ku dihat xwestin vala derxist. Em bi ruhê 8’ê Adarê yanî bi ruhê Sakîne, Leyla û Fîdan ber bi Newroza herî bi wate ve diçin.”
Peyama Yekîtiya Gaziyên Kurdistanê wiha didome: “Newroz ji alî naverokê ve jî tê wateya serketina gele Kurd û gelên bindest, li hemberî xwînxwariya Dehaqan. Newroz roja binketina Dehaqan yanî binketina deshilatdar û mêtingeran e. Ruhê ku Newroz afirandiye ruhê serketinê ye. Ruhê Newrozê, ruhe Kawayê hesinkar ku gelê xwe ji zilma Dehaq xelas kiriye ye û Mazlum Doganê ku ji bo Têkoşîna Azadiyê ber bi serketinê ve karibe gav biavêje canê xwe feda kiribû. Mazlum, Dema ber bi şehadetê ve jî diçe dadgeriyê de baweriya xwe wiha tîne ziman “Dibe ku em li vir sax dernekevin jî, lê belê em bawer in ku wê gelê me bi ser bikeve, roj were dê artêşa Kurdistanê tola me hilgire.”
Di peyama Gaziyên Kurdistanê de li ser rol û mîsyona Newroza sala 2013’an jî wiha tê gotin: “Ji ber vê yekê jî Newroz hem roja şahiyê ye; ji ber serketinê, hem jî roja berxwedanê ye; ji ber berxwedana Mazlum Dogan. Yani roja berxwedan û serketinê ye. Her du wateyan jî hildigire. Têkoşîna Azadiyê çawa ku li Zîndana Amedê bi çalakiya Mazlum gihişt qonaxek ku têk neçê, bi Newroza îsal jî ji Girava Îmraliyê, bi pêngava Rêbertî ya azadî û aştiyê wê ber bi serketinê ve gavekê biavêje. Newroza 2013’an ji hemû Newrozan girîngtir e, ji ber ku wê Rêbertî qonaxeke nû bide destpêkirin. Ev gav wê bibe gavek ji bo hemû pirsgirêkên gelan. Bi taybet jî peyama ku ji Îmraliyê were bi Newroza fînalê ku li Amedê bigihîje raya giştî pirr bi wate ye. Em dikarin bêjin ku ruhê berxwedana Zîndana Amedê û pêngava mezin a Rêbertî ya azadî û aştiyê, Roja 21’ê Adarê wê di her mirovên azadîxwaz de bibe coşeke mezin. Em ji niha ve wê coşê hîs dikin û dilsoziya xwe ya bi ruhê Mazluman û Rêbertî tînin ziman. Şehîdên xwe yên afirineriya roja me em silav dikin, bejna xwe li hemberî wan ditewînin,
Peyam wiha bi dawî dibe: “Li ser navê Yêkîtiya Gaziyên Kurdistanê Newroza 2013’an di destpêkê de Li Rêbertî, şehîdên leheng, berxwedêrên zîndanan, gelê xwe yê berxwedêr, li hemû heval û dostan pîroz dikin. Ji niha ve hemû jin, ciwan û zarokên Kurdistanê ji ber keda wan a Newrozê ku wê dakevin qadan em silav dikin”